![]() |
| Kurdî | Türkce | Deutsch | Hompage | Gästebuch |
| Zurück |
![]() |
![]() |
Hozan Aydin: Gelek
dilşikestî me!
‘Ez bawer im ku hunermend hestiyar in, hestenik in û hestên wan jî tu car wan naxapîne.’ |
| Hozan Aydin ku wekî sentezek di
navbera muzîka klasîk û ya nûjen de tê dîtin, mirov di deng û şîrovekirina
kilamên wî de tahma hozanên wekî Şakiro, Zahiro û Huseyno hîs dike, me bi
Aydin re li ser rewşa wî ya li mişextiyê û klamên kurdî axivî. Bandora jiyana mişextiyê li ser te û hunera te çawa çêbû? Bêtirî sih salan e ez stran dibêjim. Di zaroktiyê de min bi kurdî digot, piştî dibistanê min bi tirkî got. Beriya ku ez bigihême hizra netewî û siyasî min fikir dikir ku ezê stran bêjim û pere qezenc bikim. Di 87 an de ez çûme Stenbolê min xwest ez albûmekê çêkim. Piştre şirketa Ses Plakê şewitî, ew albûma bi tirkî jî derneket. Li alîkî ez memnûn im li alîkî jî gava dibînim ku di festîvalên me de hunermendên tirk tên û bi mesrefeke giran distêrin. Dibêm gelo ya min jî derketiba dê baştir bûya? Lê ew gel ji bo wan hunermendên tirk nayê wê derê, ew ji bo bidestxistina azadiya xwe tê. Wê demê di serê te de jî hebû ku bibî wekî Tatlises, Altimmeşe? Bêguman, çima ne? Ez ciwan bûm, dengê min xweş bû û xeyalên cur bi cur li ba min hebûn. Lê piştî hişyariya neteweyî êdî ev xwestek bi min re kêm bû. Poşman î ku te li tirkî berdewam nekir? Na. Piştre ez hatime Ewropa û ji xwe bi tenê jî nemam. Bi Koma Berxwedan re ketime têkiliyê ku ew kom di dilê min de gelek hêja ye, wekî dengê şoreşa Kurdistanê kar dikir. Mîsyoneke pir baş pêk anî. Rêz û silavên xwe ji şehîdên komê û ji hevalên ku vê gavê jî karên xwe dimeşînin re bi rê dikim. Lê or nebûyî endamekî komê? Tu car teklîfekî wisa çênebû û min jî ji tu teklîfên wan re negotiye na. Bala min bi taybetî li ser stranên klasîk ên kurdî bûn. Karê Komê bêtir polîtîk û ajîtatîf bû. Dem jî wisa dixwest. Lê min ji tu karê wan re negotiye na û vê gavê jî nabêjim. Ez bawer im ku hunermend hestiyar in, hestenik in û hestên wan jî tu car wan naxapîne. Min jî rastiya xwe di nav vê tevgerê de dîtiye. Bi salan e em bi hev re ne û hê jî pê re me. Tu hunermend nikare vê kedê, van şehîdan û qehremanan nebîne. Ji bo ku nebine gereke kor be, ji bo nebîhîse gereke kher be, ji bo hîs neke gereke dilê wê/î tunebe. Em te pir li pêş gel nabînin, ev tercîha te ye ango derfet nîne? Dûrbûna ji gel tercîha tu hunermendê nîne. Jiyana hunermend bi gel re ye. Huner ji bo gel e, awaz, stran ji bo gel in. Lê pir mixabin saziyên me yên ku van karan bi rê ve dibin dikevin nav kêmasiyan. Ez ji dil dibêjim tu car bi hesabên aborî nêzîkê dozê nebûme, lê ez gelek dilşikestî me. Ez nizanim gelo sazî bi zanebûnî dixwazin me ji bîr bikin, an jî bi gel bidin jibîrkirin? Sazkirina têkiliya hunermend û gel karê akademî û hwd. e. Min ji bo kar tu car negotiya na, lê Mîr Muzîk heta niha ez neşandime tu çalakiyê, wê demê kêmasî ya wan e. Yanî hûn bawer in ku di vê piyaseyê de neheqiyek heye? Helbet, lê ez herî zêde li ser xwe dibînim. Mînakekî wekî min kêm e. Min di jiyana xwe de tu car lavakariya kesî nekiriye. Durûtî nizanim. Ez dibêjim karê min eger rast be dê cihê xwe bigire. Zû an jî dereng, kêm an jî zêde. Ez baş dizanim ku li cihê ku min heq kiriye nîn im. Pêwendiya ji bo klasîkên kurdî çawane, bi taybetî ciwan çawa lê dinêrin? Bi rastî gelek caran qîz an jî xortên 14- 16 salî tên û klama “bila mirin hebûya kalbûn tunebûya” ji min dixwazin. Ev hezkirin heye. Wekî din klamên dengbêjiyê ne karê herkesî ye. Ew huner û dengekî pir cihêreng divê. Ji huneran hunereke pir taybetî ye. Her kes nikare pêk bîne. Gelek hunermend serdana Başûr kirin, di nav wan de hunermendên Koma Berxwedan jî hebûn. Teklîfek wisa heta niha ji te re hatiye? Min berê jî got, tu hunermend naxwaze ji gel dûr be. Gazî min nekirine...ne tenê Başûr, her çar parçeyên welat ji bo min pîroz e û çûna wan deran jî ji min re îbadet e. Li ku derê dinê kurdek hebe ez dikarim lê bibime mêvan. Helbet dîtina başûr jî dixwazim, ya Mexmûr û ya çiyayên welat jî dixwazim. Çend klamên te yên di forma klasîk de jî hene, Mîrê mîran, Hevalê Rêzan ûwd. dikarî hindek behsa wan bikî? Nivîsandina klamên klsîk pir zehmet e. Eger bi xwe neherike û neyê wek tê gotin.”Felek jî bavê meriv be” çênabe. Gelek dengxweş hene lê nivîsandina stranan tiştek din e. Niha ew gotin yên te ne bêguman, lê pirsa min li ser awaz û melodiyê ye? Di klamên kurdî de meriv nikare bêje meqam misoger yê filan kesî ye, filan dengbêjî ye. Gelêrî ne, malên gel in. Di eynî meqamê de sed kilam hatine gotin. şakiro gotiye, Kawis Axa gotiye, Meryem Xan gotiye. şeroyê Biro bedewê dibê ne? Ez şeş heft salî bûm min li Emroya şakiro guhdarî dikir. Eynî meqam in. Yanî hin hunermend dikarin bi tekst û gotinên din wan melodiyan bi kar bînin? Bi diyarkirina çavkaniya melodiyê helbet dibe. Yê filan dengbêjî ye an jî gelêrî ye û wd. Wekî mînak di Mîrê Mîran de tiştek wisa heye. Ew melodî ya kê ye? Tiştek wiha heye, bi rastî ez nikarim bêjim yê min e û nikarim bêjim yê kesek din e jî. Nêzîkê wê meqamê klasîk hene lê seranser ne ew e. Ev cure stranên min jî ji xwe zêde nîn in. Min yek li ser Rêzanê pismamê xwe ku li Erziromê şehîd ket û ya din jî li ser birêz Ocalan e, çêkiriye. Kevneşopiya dengbêjiyê û kilaman hê jî dom dike? Wekî berê ne mumkun e. Heyama Reso û niha ne wek hev e. Teknîk, tv û teknolojî her tiştî guhert. Xeyala wê jî ne mumkun e. Dîrok, çand, evîn, hezkirin, nefret her tiştên xwe di wan klaman de tomar kiribûn. Tev de di mejî û di dev de bû hîç nehatine nivîsandin. Ew folklora kurdi bi rastî bêmînak e ku bê yî enstrûman çêbûye û ez dikarim bêjim dewlemendtirîn govenda dinê ye, eger xwedî hebe dê pir geş bibe. Ev jî ancax bi sazîbûnê û bi dewletbûnê çêdibe, wê demê em dikarin bi çanda xwe li cîhanê hikum bikin. Te gazind û rexneyên xwe kirin, gelo xwerexneyî jî li cem te heye? Belê, çawa! Li cem min xûrura zêde heye. Zêde bi ser tiştan ve naçim. Danasîn û reklama xwe nakim, nikarim bikim. YEKO ARDİL
|
| Oben |