E-Mail Kurdî Türkce Deutsch Hompage Gästebuch

Veger

Geri

Zurück

 

Hevpeyvîn  - tekmaname.com

 

30 Cotmeh 2006

 

 

Beri ya her tisti ji bo ku we heypeyvinya me qebul kir,spas dikin.

Spas xweş, ser serê min û çavên min, hun her hebin.

-We di heremekî û civakeki de, di warê sosyo-ekonomik, perwerde û tenduristiyê de ti pesketinek ne hatiye jiyandin de cavê xwe li dinyê vekir.Hun vi nakokiyê cawa dinirxinin,? ji kerema xwe re hûn dikarin zarokatiya xwe bi kurtasi binin ziman.

   Ji nakokîyekî bêhtir rastîyekî heye; Weke tê zanîn bi tevahî Kurdistan, Welatekî mêtîngeh a Navnetewîye. Serhed jî herêmek ji bakur ê Kurdistan ê ye û herwiha di bin desthilatdarî ya dewlet a Tirk a dagirkerdaye. Ezjî her wek zarokekî Kurd di rewşekî wahade hatime rû dunê. Bêguman di gundande wekî her zarok di lingande sol ên lastîk ên peritî, bi kale kal û bare bar a karik û berxik an re, bi daw û deling ên şilo pilo, di nava herî û xîbarande, dest û rû yên qelişî, minjî jîyankir.

   Ez nuxurî yê Dê û bav ê xweme ango zarokê 1. im, ji ber vê ez gelekî delalîbûm, bêhtir delalî yê Kalik û Pîrik a xwebûm. Mal a me, malekê di halê xedebû lê  dikarim bêjim ku, ez di nava tunebûnêde bi hebûn mezin bûm. Kalik ê minjî bavê minjî  zêde digerîyan û bi xwere ez tim digerandim, min zû bajar dîtin. di odande ew civak ên ku têde axaftin ên zarokan qedexe bûn, min li wir stran digot, ango di nava hemsal ên xwede hinek guhertin û cudahî yên min hebûn bi rastî.

-Her ciqas we klama yekem di hemla dayika xwe de gotibe ji lê belê di mana  rasti de we kengi muzik kesf û  naskir?

   HaHa….erê ev pirsekî balkêşe; wekî min di malpera xwedejî qala vî tiştî kiribû: (…dayîka Aydin dibêje: "Demaku Aydin di hemla mindebû min gelek caran dengê girînên wî bihîstîye û ez cara ewilî gelekî tirsîyam…) Vana gotinên Dayîka mine, dayîka minjî naha li Xindeqa ye û şukur lî jîyanêye; lêpirsînjî êdî ne ewqas zehmete ez bawerim.( …."Aydin jî vîya ewha şîrove û henek an dike û dibêje; "Kî dizane belkîjî min ew çax stran gotine"….) Bêguman di hemla dayîkêde stran gotin di hêla „Tib“ bî de ne mumkun tê dîtin lê dîsajî kî dizane???

  Min mûzîk vedîtin ango keşf nekirîye lê ez bawerim mûzîk ê ez keşf kirime lewmajî tê bîra min nayê bîra min ez stranan dibêjim û ji zarokatîya min heyanî îro bihîstina min bihîstîye dengê „Aydîn gelekî xweşe“ tê gotin. Min di navbera 1974-75 an de Tembûr naskir û dengê tembûr ê jî wekî stranan di mêjî yên minde cîhekî mezin girt. Sal derbasbûn û min xwe bi stranan naskir, herwehajî di nava mûzîkêde hatime dîtin. Heyanî îroj di hêla teknîkîde qasêku ji destê min hat ji bona perwerdebûnê, min hewl dan û dîsajî hewl didim ku hinekî mûzîk ê nas bikim.

-Her wiha em dizanin  ku hun bi kevnesopiya dengbêji ya serhedê û Tekmanê mezin bune,Dengbêji bandora ki cawa li ser kesayetiya we û li ser civakê kiriye? misyona dengbêji cawa bu ?

   Belê ez li Tekman ê mezin bûm. Her çikqas giranî Serhed be jî lê, dengê dengbêj ên Botan, Xerzan, Behdînan, Soran, Mereş û Dersim ê jî di guhê mindane. Di Cîhan ê de mînakekî kême ku weke kevneşopîya dengbêjîya çanda Kurdan ku ewqas mîsyoneke dîrokî hilbigire û di nava xede, wêje, serpêhatî û sosyalite yê jî evqas biparêze. Mirov di klam ên dengbêjan de, di seranser jîyanêde her çi heye, bê tirs dikare bi awayekî rût û tazî bibîne. Ji bonaku neaxifin, ew zimanê Kurdan ê ku ewqas bedew û dewlemend, ji alî dujminên Kurdande hatibû qedexekirin, dengbêj ên Kurdan bi awakî nuwaze, bêkêmasî û hêla wêjeyîjî ewqas bi hêz, gellekî baş, bi serkeftî parastin û heyanî îroj anîn. Dengbêj ên Kurdan, dîrok, zulm, qehremanî, îxanetî, rik, nifret, xweza û evîn di stranên xwede gelekî baş û bedew bi kar anîne û di hêlekî dinêdejî birûmetîyekî mezine. Îro em dinêrin stran û klam ên me, heger ku em bi awakî zanist û bi sazî li ser baş bisekinin, di nava cîhanêde wê bikarin bibin pêşeroja mejî ez bawerim. Bi vî hawî, bêguman bandorekî bêhempa li kesayetî ya minjî çê bûye. Ez xwe di nava van stranan de dibînim lewmajî, diparêzim û dibêjim.

-Heya15-20 sal berê ji li Tekmanê jiyana feodali û ola ku di himbêza we de hatiye  mezinbun li ser jiyana te sopek cawa dani ?

   Li herder ê Kurdistan ê jîyan a feodal hebû, her wiha li Tekman ê jî hebû û her çiqasî ne wek berêbe jî lê mirov dikare hîn bibîne. Ezjî him di alîyê dayîk a xwede, himjî di alîyê bavê xede, ji malbat e kî misilman, feodal û axleran me; lê ez dikarim bêjim ku min di nava malbat a xwede, başî, ji  nebaşîyê zêdetir dît. Tişt ên ku min dît, di navde mezinbûm, fêrbûm, perwerde bûm û bûm xweyî yê kesayetî ya ku ez heyanî vê rojê anîme û herwiha hînjî di bin wê bandor ê da me, xweyî derketin a eslê xwe, koka xwe, nirxên civak a xwe, edeb, terbîye, hurmet, rêzgirtin a mirovahîyê û welatparêzî ye.

-Aydin (Ronakbir) cara yekem kengi rewsenbiri(aydinlanma) ferqkir?

   Bêguman bê destûra zarokan nav lê tên danîn û navê minjî bi vî hawî hatîye danîn. Ez wate ya navê xwe di dibistanêde hînbûm ku Ronakbîr e. Di şirîgpar tî ya jîyan a Cîhan ê de, mirovahî di têkçûn ê da ye, xwîna mirovan wek lehî diherike, bi taybetî jî xwîna Kurdan, mirovahî hînjî koçbere, nav, ziman û stran, hînjî qedexene, înkar, îxanet û hwd. Kesên ku xweyî biryar ên vê rewşêne, di navde zor mixabin  rewşenbîr jî hene bê guman. Ewçax min hînjî rewşenbîr î ferq nekirîye….!? 

-Li gori we divê zimanê muzikê netewi be an ji navnetewi be ?

   Di nêrîna minde mûzîk, ilm ekî bê sînor û bê netewe; her çiqas navê wek: (SOL, LA, SI, DO, RE, MI, FA- nîv deng, çarîk deng û hwd.) lê hatibe danînjî tu ziman ji bo mûzîk ê nîne encax, her netew bi hest ên xwe, bi reng ên deng ên xwe û bi zimanê xwe mûzîk ê bikar tînin, ewçaxjî hest ên netewan dibin şirîg ên hev û wereyejî. Wê caxê bi awakî Automatik mirov dikare rihet bibêjeku mûzîk jixwe navnetewîye.

-Gelo cima serhede navenda candi a dengbêji yê ye.(Ev tist ji ber erdnigari an ji ber kilimayê ye)

   Ez dibêjim ev bersiv ne karê mine anjî, belkî civaknas e kî bikaribe bibersivîne lê, dikarim hindek nêrin ên xwe bidim nîşandan. Kanê li Serhed ê zivistan gelkî dirêje û şevên zivistanê jî dirêjin,Civat tim hene herwihajî ew civatana wek perwerdegehin û di Kurdistan ê de bingeha çêbûna şexsîyeta mirovane, gelekî bi rûmetin ji berku, civak bi her cureyî liwir  xwe nîşan dide, di tûr û bar ên kîde çi huner û çi cewher hebe derdikeve holê. Evîn a Mem û Zîn,Sîyabend û Xecê, bi awaz ên dengbêjan, di wan civatande hatine  pêşkêşkirin. Di mayîn a zordarî yê de jî gelek tişt ên veşartî anjî qedexe, em dibînin ku bi awaz ên dengbêj an derdikevin hole. Ez li vê derê dixwazim mînakekî gelekî balkêş bidim: Bawerim dema 1994 anjî 95 e dujmin davêje ser Xindeqa, cend zarokan kom dikin û davêjin Cemse yên leşgerî, dixwazin cîh ên Gerilla yan ji wan hînbin; Dayîk a yekî ango amojinekî min, li dora Cemse yê digere, li çok ên xwe dixe û bi klamî digîre û ji kurê xwera dibêje; ( Lawoooo, W…… ez qurbana temeeee, ewênku êvarê li virbûn qala wan nekeeee, navê kesî nebêjeeee, ez korbiiiiim, wîîîîîî, wîîîîîî….hwd.) Belkî jî bûyerên waha hemî sedemin.

-Sazi yen me ê cand û  hunerê  ji bo ku dengbêji were jiyandin rola xwe bas pêk tinin ? Di vi  wari de ti rexnê we hene?

   Bi rastî êdî ne wek berêye, niha derfet ên sazîyan hene. Li Kurdistan, Turkiye û Europa yê sazîy ên Kurd an yên çand û hunerê gelekin û gelek gavên bedewjî hatine avêtin lê zor mixabin di hêla jîyandin anjî nasandin a Dengbêjî yê de kêmasî gelekin. Ne tenê sazî, hunermendjî wezîfe yên xwe baş pêk naynin, tişt ên rojane bêhtirin.

-Hozan Aydin dibeje, ez parezerê Dengbêjiye me.Em dikarin vi ya bibejin hun wek pireki di navbera dengbeji u muzika nujen de ne?

   Belê ez tim dibejim, barê dengbêjî barekî girane. Civaknasî, zimannasî, xwezanasî hewceye û ez xwe dengbêj nahesibînim lê, wek têgihîştekî mîsyon a dengbêjî yê, parazvan ê jîyandin û nasandin a dengbêjî yê me. Di hêlekîde jî, wek stranbêj û mûzîkvanekî, dikarim klam ên dengbêjî bi hevalbendî ya Tembûr a xwe bêjim û herwiha li gor dem a nû jî stran ên nû çê dikim û dibêjim. Lewmajî em dikarin Aydin di navber a stran ên dengbêjî û nûjenî yê de wek pir e kî binirxînin.

-Bi biryara hatina ewrupa yê bi ci armanc û bi ci awayi we girt (Jiyana ewrupa bandorek cawa li ser a hunera we dide xuya kirin.)

   Derketin a Europa yê ne biryarekî bi hemd ê min bû û armanc jî nebû. Heya dema derketinê Europa di serê minda jî tunebû. 15 sal Jîyan a Europa, belkî di hêla sosyalite yê de hinekî rehetî da min lê mişextî yê her zêdetir ji nava dilê min tişt qetandin. Bav çû, xal çûn, xaltî û kurxaltî û kurmet, mam û pismam û amojin û gelek heval; hinek bûn şehîd û hinekjî bi emrê xwedê çûn û min tu kesek nedît. Carna dixwazim di mal a xwede biqêrim û kela dilê xwe bi strananre birêjim lê li vê derê awaz a stranan qedexeye, Polis têne ber derê te. Dema ku min li gundê xwe stran digotin, gelî û newal an li min vedigerandin, bi hevre dibû ahengêkî azad û hildikişîya esmanan......

-Em dizanin ku dengbêji pêmayiye ke ji bav û kalane; we ev pêmayi hembêzkir û lê xwedi derket,di peserojê de ti kes kû karibe vi bari giring karibe hilbigre heye (Bi taybeti ji bo we)?

   Ez gava derdikevim ser dikê anjî ji bona xwendin a album an, ji hêla cîwanan de jî daxwaz gelekin û carna cesaretekî dide min lê, ez li der û dor a xwe dinêrim, ji xeynî çend heval ên ku weke min, di nava kesênku dixwazin bibin hunermend ên Kurd  û ên nûcîwan de tu tevger anjî xwe nîşandan, zor mixabin  nîne. Herkesek ketîye hewa ”DUM û TEK” an. Ew sazî yên me yên ku vî karî ango bazirganî ya mûzîk a Kurdî dikin, ewjî di nava kêmasîyên mezin da ne. Her wiha ji bona pêşerojê ez ne bi hevîme mixabin.

-We Koma Xebat u Koma Helim Dener de xebat cekir.Em dixwazin viya bi pirsin ferqa xebata bi kome u  xebata  niha ciye?

   Belê di nava komande jî demekî xweş derbasbû. Di mûzîk ê de ji bo xebat a Kom ê, hemraman, parvekirin, hevsengî (denge), û rêzgirtin a karên hevdu pewiste heger ku nebe nameşe û nemeşîya. Di kom ên mûzîk ê de, Solist, Vokal û Sazbend kivşebin û her kes xwe nas bike, ji cîh û karê xwe razîbe, ewçax karekî pir bedew derdikeve holê û rêz tê girtin lê ku herkes solist û vokal û sazbendbe, dibe wekî şorbe ya nexweşa. Ez bi vî awayî xwe baştir didime daxuyandin.

-Bi hest û zahmetiyan kû we di cêkirina albuma yekem de dit cinin ?(Bêje gihest armanca xwe)

   Bêguman zehmetî gelekbûn û heyanî wê demê ji bo albumekî derfetekî minjî çê nebibû. Bêje xebatekî delalbû û hest ên min jî gelek bedewbûn. Di hevalbendî ya min û stranande piştî 30 salî, cara yekem bû ku ez bi awakî fermî dibûm xweyî yê Albumekî, ji minre heyecanekî mezinbû. Kom û Mîr muzik bi hevre derxistin. Li Dusseldorf ê di Newroz a 2002 an de ku bi deh hezaran însan habûn, tu hay ji albûm ê tunebû ji berku klip, reklam anjî danasîn a wê album ê qet çê nebû. Mixabin sazî baş lê xweyî derneketin. Xebat ên wiha, ji bona ku bigihêje armanca xwe, bi vî rengî gelekî zehmete lê album a Bêje dîsajî gihêşte qonaxekî, hînjî tê firotin û ez bawerim ku bi salan wê hînjî were firotin.

-Albuma dawi´´ stran Jiyane´´ we diyari bavê xwe Apê Enwer´´ kiriye û di vê Albumê de strana ku bi navê Bavê min ji bo Apê Enver hatiye cêkirin,Dema ku hun vê stranê guhdar dikin hest û ramanê we cawa di be?

   Her wekî min berêjî got, li vê xerîbî yê, gelek tişt ji nava dilê min qetîyan û ji wan yekjî bav ê min bû. Bavê minjî carna distira, zêde stran nizanîbûn lê deng ê wî pir zelal, bilind û xweş bû, tenê 5 stranên wî hebûn; ya sereke Bejnê bû, Ref tên ji refê qazan, Tewxan, Cînarê û yekjî bi tirkîbû, “Kişlalar doldu bugün” lê, hun bawerbin ku van stranan tu kesî wek wî xweş nedigot. Kula dilê min a mezin eweku, min rojekî dengê bavê xwe negirt kasêtekî. Min çi dizanîbû ku wê wahabe? Bavê  min mirovên civatan bû, bi axaftinbû, gelekî li serxwe bû, ji xwe hez dikir, demaku em bi hevre digerîyan, kesî bawer nedikir ku ew bavê mine ji ber ku, gelek ciwanbû. Heyanî ku ez li cem bûm, tu rojekî min nedît ku biçûya ser Textor an lê dema ku di 15 Tebax a 1999 an de dujmin davêje ser Xindeqa, di nava lepên leşker ên Tirk de, dilê wî disekine û jîyana xwe ji dest dide. Di Kurdistan ê de kesên ku wek min bavê xwe wenda kirine bi hezarane lewmajî ev hest û bîranîn ji bo tevane.

-Em niha ji werin ser strana esmerê ciroka esmerê hun dikarin bi kurtasi werinin  ziman. Ji ber ku di Radyo Tatos de heri pir tê guhdarkirin û tê xwestin.

   Ez bawerim di dilên gelek kesande Esmer ekî heye; belkî di dilê tedejî hebe anjî yekê din û kesên din.... Ev stran ji bo her kesênku di xeyal ên wîde Esmer ekî hebe dîyarîye.

- Em dixwazin vi ya hinbibikin ku tevgere azadiya netewiya Kurd tesireki cawa li ser we cekiri ye?

   Ez dikarim bibejim ku pêngav a 15 ê Tebax ê di mêjî yê minda jî erdhejekî çêkir!? Heyanî wê demê, erê ez dîsa Kurd bûm, bi Kurdî diaxifîm, bi Kurdî distram, min xwe çep (solcî) jî dieciband, di nava 1 Gulan a ku 1977 an de li Istanbul ê tevî sedhezar însanan meşîyam jî û hwd. Lê tim li gel min kêmasîyek hebû û minjî nizanîbû.(?) Bi nasandin a tevger a azadî ya Kurdistan ê re min ew kêmasî fêm kir, ewjî bêguman bi zanîyarî, têgihîn a neteweperwerbûn û xweyî derketin a  nirxên neteweyî bû. Îro dibêjim ew pêngav girîngbû ku gelek salan pêşve çêba.....

-Hûn wek hunermendeki Kurd agirbesta ku ji aliyê kkk ê ve hatiye cêkirin hûn cawa dinirxinin û di vi wari de rolê hunermendên Kurd cine?

   Wek dunyajî tev dizane, bi destgirtin ên welatên Europa, bi hezaran sale ku Kurdistan mêtîngeh e kî  Navnetewîye. Ax a Kurdistan hatîye parvekirin, Kurd têne kuştin, koçberkirin, di hemla dayîkan de zarok hatine qetilkirin, terş û mal û hal ê Kurdan hatîye talankirin, zarok ên Kurda an ên dibistana di roja îroda têne kuştin, û dîsajî Kurd an tim gotîye, Aşitî, biratî û wekhevî. Her dîsa tevbihevre, serok ê tekoşîn a rizgarî û azadî ya Kurdistan avêtine zîndana. Kurd bi tevî partî, rêxistin û serok ê xweve îrojî ji bona çareserî ya mirovahî yê dibên agirbes.(!?) Ev rewş bêguman hêz û mezintahî yekî gelekî ciddî ye, girînge bi rêzgirtin were pêşwazî kirin û Europa jî girînge êdî ji piş rû yê xwe yên reş derkevin û tev bihevre piştgirîyê bidin vê hewldayînê. Herwiha hunermendjî girînge wê pêvajojê ji nêzîkve bişopînin û di bername û konser ên xwede bînin ziman û lê xweyî derkevin.

-Nezikbuna gelê Tekmanê ji tevgera rizgaryê hûn cawa dibinin?

  Di seranser ax a Kurdistan ê de cîh ê ku xwîn lê nerije êdî nemaye; Kurdistan yeke û jan a Kurd an jî yeke herwiha Tekman jî kerîyek ji nava dilê Kurdistan ê ye. Nêzikbûn a gelê me bi tevahîjî hêja û bi rûmete.

-Proje we ye jibo peseroje cine? hun dikarin derheqe vana de me agahdarkin?

  Bi rastî demekî dirêje ku ji bo Klasîk ên Kurdî proje kî min heyeku derxînim holê; Min repertuarekî delal amade kirîye û ez di virde xwe wek berpirsîyarekî dibînim û hewl didim ku bi deng û şîroveyeke nû, herweha bi enstruman ên ku îro di vê dem ê de tên bikaranîn, sentez e kî çê bikim û wan klaman ji nûve berbi çavkanîyê, û himjî berbi qirne ya nû bixime albumekî û pêşkêşbikim.

-Bi armanca nasina Tekmanê û gelê Tekmanê,Tekmaname.com hate avakirin Hun Ji hunermendek Tekmanê dengê malperê cawa dibinin û kêmasiyê ku hûn dibinin cinin ? 

Bi rastî dengê Kurd û Kurdistan anjî herêm ên Kurdistan em dinêrin, di cihan a sanal de jî xweş tê, yek ji wananjî malper a tekmaname.com e ez malper a www.tekmaname.com wek Tekmanî yek nas dikim û dişopînim herwiha gelek rengîn, hêja û serkeftî jî dibînim lê wek pêşnîyazek dibêjim giringe giranî li ser Kurdî be. Heger derfet ên we hebin, hun bikaribin bi Kurdî, Tirkî, Almanî,  Îngilîz î, Erebî jî çê bikin wê hîn baştirbe ez bawerim. Hinekî bi resmên baş anjî bi videoklip an cîh zêde bidin dîmenên Tekman ê, çîrok ên Tekmanê, taybetî yên gund ên Tekman ê, dîn ên Tekmanê û hwd. sosyalite ya Tekman ê hîn zêdetir derxînin pêş, armanc a esas, girînge nasandin a tekman ê be ji berku navê malper ê tekmaname.com e. Karê we gelekî pîroze lewmajî di vê xebatêde her kesênku ked û emega wan derbasbûye û dibe, dest û hest ên we saxbe, silav û rêz ên xwe ji bo kesênku vê malper ê zîyaret dikin pêşkêş dikim û dibêjim hun her serkeftîbin.

 

Tekmaname.com

 

Berjor

Yukari

Oben