E-Mail Kurdî Türkce Deutsch Hompage Gästebuch

Veger

Geri

Zurück

 

Li Balafirgeha Hewlêrê bêhurmetî !!!

 

3 Nîsan 2008

 

   Ketina başûrê Kurdistanê a Hunermen Dîno û Aydin tevî muzisyenên bi wan ji aliyê rayedarên başûrê Kurdistanê ve hate astengkirin. Hunermend li Balafirgeha Hewlêrê li rasta heqaretê hatin û paş de hatin zivîrandin.

   Hunermendên kurd Dîno û Aydin ji bo rêzekonsêran û ziyareta gel ku xwestin biçin başûrê Kurdistanê li balafirgehê hatin astengkirin. Hunermendên kurd roja 31’ê Adarê li balafirgeha Hewlêrê paş de hatin zîvirandin. Hunermend li balafirgehê li rasta heqaretê hatin.

Akademiya Çand û Hunera Kurdi, Organizasyona Mîr Produksiyonê derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û helwesta rayedarên başûrê Kurdistanê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de têkildarî bûyerê wiha hate gotin; “ Di balefirgeha Hewlêrê de ji aliyê berpirsiyarên balefirgehê ve bi rengekî derveyî ehlaqî û hiqûqî hunermend Dîno û Aydin paşde hatine vegerandin. Hem mafê wan yê mirovahî hatiye binpêkirin û hem jî gera wan ya bi sedema xizmeta yekitiya netewî û azadiya gelê me hatiye binpêkirin.”

Li rasta haqaretê hatin

Hate ragihandin ku sedema astengiya derbasbûna hunermendan a ji bo başûrê Kurdistanê ne hatiye aşkere kirin. Hate ragihandin ku rayedarên balafirqaneya Hewlêrê bi rengekî tund bi ser hûnermendan de çûne û heqaret li wan û muzîsyenên bi wan re hatiye kirin. Di daxuyaniya Akademiya Çanda û Hunera Kurd û Mîr Produksyonê de nerazîbûna li hember helwesta qedexekar û heqaretên li hunermendan hatine kirin wiha hate nîşandan: “Di pêvajoyek ewha de em vê helwesta berpirsiyarên balefirgehê nêzîkbûnek xeter û qirêj dibînin. Di pêvajoyeke ku dewleta tirk Neçîrvan Berzanî dawetî Turkiyê dike de nîşandana vê helwestê me zêdetir dixe nava fikaran.”

‘Divê hikûmeta başûr daxuyaniyê bide’

Di daxuyaniyê de bang li rayedarên hikûmeta başûrê Kurdistanê hate kirin ku derbarê mijarê de daxuyaniyê bidin û rewşê zelal bikin. Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Sedem çi dibe bila bibe, li ser axa welatê me astenkirina tu kurdî û hunermendî em exlaqî nabînin û vê helwestê em şermezar dikin. Bila gelê me bizanibe ku helwest û kirinên li hember hunermed Dîno, Aydin û muzîsyenên li gel wan, ji dijminê kurdan re pêde ji tu tiştî re xizmetê nake.”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Berjor

Yukari

Oben