![]() |
| Kurdî | Türkce | Deutsch | Hompage | Gästebuch |
| Zurück |
|
Nehiştin hunermend Dîno û Aydin bikevin başûrê Kurdistanê
|
|
3 Nîsan 2008 |
|
HEWLÊR - Hunermend
Dîno û Aydin ji bo rêzekonsêran û ziyareta gel ku xwestin biçin başûrê
Kurdistanê li balafirgehê hatin astengkirin. Hunermendên kurd roja 31’ê
adarê li balafirgeha Hewlêrê paş de hatin zîvirandin.Akademiya Çand û Hunera
Kurdî, Organizasyona Mîr Produksiyonê der barê mijarê de daxuyaniyeke
nivîskî weşand û helwesta rayedarên başûrê Kurdistanê şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de têkildarî bûyerê wiha hate gotin; “Li balefirgeha Hewlêrê ji aliyê berpirsiyarên balefirgehê ve bi rengekî derveyî exlaqî û hiqûqî hunermend Dîno û Aydin paşve hatine vegerandin. Hem mafê wan yê mirovahî hatiye binpêkirin û hem jî gera wan ya bi sedema xizmeta yekitiya netewî û azadiya gelê me hatiye binpêkirin.” Li rastî haqaretê hatin Hate ragihandin ku sedema astengiya derbasbûna hunermendan a ji bo başûrê Kurdistanê nehatiye aşkerekirin. Hate ragihandin ku rayedarên balafirxaneya Hewlêrê bi rengekî tund bi ser hunermendan de çûne û heqaret li wan û muzîsyenên bi wan re hatiye kirine. Her wiha xwestine bi zorê wan balafirê siwar bikin.Li hemberî vê helwestê pîlotê balafirê nerazîbûn nîşan daye. Di daxuyaniya Akademiya Çand û Hunera Kurd û Mîr Produksyonê de nerazîbûna li hemberî helwesta qedexekar û heqaretên li hunermendan hatine kirin wiha hate nîşandan: “Di pêvajoyeke wiha de em vê helwesta berpirsiyarên balefirgehê wek nêzîkbûneke xeter û qirêj dibînin. Di pêvajoyeke ku dewleta tirk Nêçîrvan Barzanî dawetî Tirkiyeyê dike de nîşandana vê helwestê me zêdetir dixe nava fikaran.” ‘Divê hikûmeta Başûr daxuyaniyê bide’ Di daxuyaniyê de bang li rayedarên hikûmeta başûrê Kurdistanê hate kirin ku der barê mijarê de daxuyaniyê bidin û rewşê zelal bikin. Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Sedem çi dibe bila bibe, li ser axa welatê me astengkirina tu kurdî û hunermendî em exlaqî nabînin û vê helwestê em şermezar dikin. Bila gelê me bizanibe ku helwest û kirinên li hemberî hunermend Dîno, Aydin û muzîsyenên li gel wan, ji bilî dijminên kurdan ji tu tiştî re xizmetê nake.”
|
| Oben |