![]() |
| Kurdî | Türkce | Deutsch | Hompage | Gästebuch |
| Zurück |
|
Kurdistan a Azad, du hunermend ên Kurd neheband!!!
|
|
6 Nîsan 2008 |
|
DAXWÎYANÎYA ÇAPEMENÎYÊ (06.04.2008) Dem: 01 Nîsan 2008 (Frankfurt-Hewlêr, Hewlêr-Frankfurt) Ez û hevalê minê hunermend Dîno, Kameraman Mehmet û ciwanekî muzîsyen, em 4 kes ji bo tevlêbûna konzert ekî di, 04 Nîsan 2008 ande ku li başûrê Kurdistan, li Mexmûrê dihate lidarxistin; di dilê mede hisreta salan û herweha bi dilxwestineke gellek hestane, me berê xwe da ku di jîyana mede yekem gavbû me diavête ku li gorî me, Kurdistan a meya azad û Hewlêr a me!!! Em gellek serfiraz, dilşa û bextewarbûn!!! Em hunermendên Kurd bûn û xizmetkarên çand û hunera Kurd bûn!!! Me xwest ku em ji ser Betona balefirgehê derkevin ser axa tazî ya pîroz û wê axê maç bikin!!! Me xwest ku ew gelê meyên li welatê me li benda mene, em wanan himbêz bikin!!! Me xwest ku em hestên xwe, ew zarok ên me yên ku ji ber dijmin ên Kurd û Kurdistan ê tarûmar bûne û li Mexmûr ê di hewldan a jîyanêdene, tevli hestên wanan bikin!!! Me xwest ku em stranên xwe, bi çîyayên xweyên serbilindre “duet“ bikin kû bira bi bayê azadre dakevine govendê!!! Em ji kurahîya dilê xwe ji bo heskirina welatê xwe cûbûn!!!....ewqas…. Lê zor heyf û mixabin nebû!!! Ji berku: Dema em li balefirgeha Hewlêr ê peyabûn, em rastî helwest û pêşwazîyeke wusa hatin ku, me tu carî xwnekî wusa nedîtibû!!! Memur ekî li pasaport ên me nihêrî û got; -Hun Bakurîne, ji kerema xwe li wêderê rawestin!!! Piştî tevger û lêgerînekî; -Hun nikarin derbasbin û hun girînge shûnve bizîvirin!!! Me got, dibeku henekê 1 e Nîsan ê be, lê nebû. Wekî sucdarên terorê pişta me dan dîwar û wêneyên me kişandin!!! Li wir gelek kesên ku em nasdikirin û stranên me nas dikirin hebûn û emjî, ewjî di nava fikarandabûn??? GELO SEDEM CIBÛ??? Bersiv: -Hun şeqaman dixwazin??? -Hun zû dernekevin, emê we bidine ber sheqaman!!! Em kaşû berkaş birin ber balefirê, bi destê zorê xwestin me li balefirê swarbikin û Pilot ê balefirê, Alman bû ku di kabine ya xewede dît û hat mudehale kir. Dilê min hîç ewqas ne êşîyabû!!! Hevalno, Kakino, Birano... Ev sedîsed helwestekî sîyasî û taybetbû, lê ne lîyaqê mebû!!! Bi helwestên wiha, tu feydekî nagihêje biratî û yekîtîya navbera gelê Kurd!!! Bi helwestên wiha, hestên netewî nexwesh dikevin!!! Helwestên bi vî rengî, tenê dikeve xizmeta dijminên Kurd û Kurdistan ê!!!... Em ji rayedaran, bersiv dixwazin!!! SEDEM CIBÛ GELO??? Li ser navê hevalên xwe, Hozan Aydin
|
| Oben |