![]() |
| Kurdî | Türkce | Deutsch | Hompage | Gästebuch |
| Zurück |
|
|
|
3 Avrêl 2008 |
|
Federasyona Komelên Êzdiyan (FKÊ) di derbarê vegerandina hunermendan de daxwiyaniyek belav kir û bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, kû lêborîna xwe bixwazin: Piştî kû Kurdîstana Başûrê mezin azad bû, bê guman vê azadiyê ciyê xwe di dilê her Kurdekî li her devera cîhanê de çêkir. Ji bo her Kurdek jî tama azadiyê tam bike û zindî jiyan bike, bi hezaran Kurd çi navdar, çi siyasetmedar, çi hemwelatî, çi oldar û çi jî hunhermend berê xwe dane Kurdistanê! Ji hemû temsîla nuneran, bi hemû payebilindên herêma Kurdistanê re hevdîtin pêk anîn. Vê yekê jî moralekî gelekî bilind ji bona yekîtiya gelê Kurd çêkir! Lê mixabin di dema kû dewleta Tirka êrîşî Qendîl û Zapê kir helwesta hikûmeta Kurdistanê gelek pasîfbû û heta bi alî bû! Ji bo kû rojnamevan, rewşenbîr û hunermend karibin rewşa Qendîlê û Zapê di cîde bibînin berê xwe dane herêmê, lê mixabin rayedarên herêma Kurdîstana azad çûna wan qedexekir! Her wusa di çûna heyeta ji bo jenosîda Kurdên êzîdî li Şengalê astengî hatin deranîn! Îro jî em dibînin kû ji bo hunhermendên Kurd yên navdar birêz Dîno û Aydîn, ku dixwestin serdana Kurdistana azad bikin, ji aliyê rayedarên hikûmeta Kurdîstanê ve li Hewlêrê bi nêzîkbûnekî tûnd bi paşve vegerandin! Em dixwazin gotinekê bi nirx ya birêz Mesut Barzanî bînin bîra we, (Kurdistan mala weye hertim derî ji were vekiriye!) Em vê nirxandinê gelekî bi wate dibînin, lê mixabin rayedarên herêmê yê Hewlêrê bi qedexê nêzîk dibin! Em wek Federasyona Komelên Êzdiyan (FKÊ) vê helwesta ku ne di xizmeta Kurdistana azad de ye û ne jî di xizmeta yekîtiya netewî de ye, van nêzîkbûnên negatîf şermezar dikin. Em banga xwe li rayedarên hikûmeta Kurdistanê dikin kû rojek berî rojekê lêborîna xwe ji hunhermendên Kurd Dîno û Aydin bixwazin! Çend pirsê me ji bo rayedarên herêma Kurdistanê!? Gelo ev hunhermendên Kurd, ji şirketê Oyaka generalê Tirkan bêtir xeter in? An jî ji eskerê Tirka yê herêma Kurdîstanê dagirkirine, bêtir zerarê didin Kurdistana azad? Gelo ji hevdîtînê kû bi dizî, çi li Kurdîstanê, çi jî li Ankara çêdibin zaftir zerarê didin gelê Kurd? An jî ji bona hemû kesên diçin Kurdîstanê xelatê rûmetê didin wan!? Lê ji bo hunermendê Kurd biryara xelata qedexê heye? Em hêvîdarin ku hikûmeta herêma Kurdistanê van helwestên şaş mahkûm bike û rojek berî rojekê bersiva van pirsa bide! FKÊ / 03.04.2008 |
| Oben |