E-Mail Kurdî Türkce Deutsch Hompage Gästebuch

Veger

Geri

Zurück

 

Derket holê ku strana kurdî ya TRT beriya niha hatibû qedexekirin  

 

Hezîran 2004

  

Azadiya Welat AMED – Derkete holê ku strana “Lo lawo” ya ku di bernameya yekem a kurdî de di TRT'ê de hate weşandin, li Amedê hatibû qedexekirin. Li gor biryara ku 2 sal berê hate standin, kaseta Hozan Aydin a bi navê “Bêje” hatiye qedexekirin, firotin û belavkirina wê hatiye rawestandin. Li ser vê yekê saziyên ku ji Amedê weşana herêmî dikin ev yek wekî durûtiyê bi nav kirin. Her wiha Kom Muzîkê jî daxuyaniyek da ku TRT’yê ev stran bêyî destûra wan weşandine û ewê li ser vê yekê dozê li TRT’yê vekin. TRT’ya ku dest bi weşana zimanên cuda ên Tirkiyeyê kir, roja çarşemê bi weşana xwe ya yekem a bi kurdî kir. Lê ev cara yekem bi xwe re hin nakokî jî anî. Derkete holê ku strana “Lo lawo” ya ku di bernameya yekem a kurdî de di TRT'ê de hate weşandin, li Amedê hatibû qedexekirin. Kaset ji alî Kom Muzîkê ve hatibû derxistin û di nava 200 kasetên qedexe de cihê xwe girt. Di biryara ku cîgirê waliyê Amedê Turgur Serimer îmze kiribû de wiha hatiye gotin: “Kasetên deng ku li jêr nav û şîrketa ku weşandiye hatiye nivîsîn, li gor xala 9’emîn a deqa 3257’an  a zagona sînema, vîdeo û berhemên muzîkê firotin, belavkirin, zêdekirin û weşana vê kasetê di nav sînorên bajarê me de bi erêkirina walîtiyê ya mêjûya 08. 04. 2002 û deqa 658/689’an hatiye qedexekirin.” Di heman biryarê de hate gotin ku digel vê kasetê wan kaseta Hozan Mistefa ya bi navê “Zindana Tarî” jî qedexe kirine.