


www.stranjiyane.com
DENGBÊJÎ
Ji bona gelê Kurd, Dengbêjî kevneşopîyeke bingehî ya çandî, civaknasî, zimannasî, wêje ya devkî, “Filozofi“ û herweha “misyon“ ekî dîrokî û sîyasîyejî. Bi hevkarîyeke mezin û bi çarehêlî Welatê Kurd an hatiye dagirkirin. Kurd li ser ax a xwe bi tenê û wek xerîb a hatine hiştin. Zimanê Kurdan hatiyeqedexekirin.! Bi taybetî li bakurê Kurdistanê, Kurdan bi zimane xwe nexwendîye û nenivîsîye û hwd. Lê, çand a Kurdan di hêla Klam (gotin), Stran, Çîrok, Govend û cil û bergan de gelekî dewlemnd û hîmekî bi hêze; Kurdan va hîma, di saya dengbêjande da ser milê xwe û bi îhtidamekî mezin heya roja îro parast lewmajî tu hêzekî nekarîbîye vê hêlî wunda bike! Dengbêjên Kurdan di nava Kurdande, li Koşk û Seran, Gund û Bajaran, Çîya û Banîyan, li Deşt û Zozanan pirr gerîyane. Rastî û rewşa Kurdan baş dîtine, vedîtin kirine, baş naskirine û herwehaji xweza, cil û berg, gul û sosin, gotinên di dilde mayî, evînên veşartî, axaeftin, çîrok, wêje, êş, şerr, îxanetî, mêranî, qehremanî, şahî û bi her awayî jîyana Kurdan bi klamên xwe, bi awakî nuwaze û zelal anîne ziman! Dengbêjan, carna deşt û zozanên xwe di bedewbûna sînga yarêde neqişandine, carna ji bo maçek Dîlberê, sedûyek dar lêdana li bin lingan, sedûyek sal di zîndanande bi cezayê îdamê razî bûne.! Carna bûne Şal û Qutnî, xwe bi ser bejn û bala delalekîde berdane! Carna bûne rimekî dest Egît an, li himber zilm û zordarîyê sekinîne! Û hwd. Di civatên Dengbêjan de, bi kombûn û gohdarîkirina mirovanjî hêla perwerdeyî û rêxistinîjî derdikeve hole! Îro Kurd bi çanda xwe, li derbasbûyîna vê demêde, deyndarê Dengbêjane!
(Ew her dijîn û wê her bijîn)
Hozan Aydin
