Hozan Aydin di sala 1962 an de li Kurdistanê, li herêma Serhed aku çavkanîya dengbêj
û stranane; li gundê Xindeqa ji dayîk bûye. Aydin di zarokatîya xwede, bi awaza kal
û bavê xwe û bi awazê dengbêjên Serhedê, xwe di bin bandora stranande dibîne û stranan
dibêje. Di 1975-76 an de dibistan a ewilî, li gundê Şemê xilas dike, bêguman di wê
dibistanêdejî Aydin bi stranbêjîyê liber çave. Di 1977 an de li Istanbul ê, xwe di
nava çalekiya 1 ê Gulanêde dibîne; ew roj ku ji alî dewletêve 36 kes têne qetilkirin,
li jîyan a Aydin bandorekî mezin çêdike. Di sal a 1980 an, dema cunta 12 Îlonê di
“Muş Lisesi” sinif a 2. de, dev ji xwendine berdide. 12 Îlonê jî di jîyana Aydin
de xweyî bandoreke mezine. Aydin li Mûş ê jî di her şevên çandîde, di şahîyande derdikeve
ser dikê û dengê wî her diçe belav dibe, ewçax fêrî Tembûr ê dibe. Di 1982 an de,
Aydin bi dilketîya xwere dizewice. 1984-86, Eskerîye dikê û li wêderêjî bi zimanê
Tirkî stranbêjtîyê dike. Di heman demêde bi 15 ê Tebaxê dihese; ku pêngava 15 Tebaxê
di diroka Kurdistanê de û di tekoşîna rizgarîya netewa Kurdistanê de bêguman wek
ruhekî nû di jîyana Aydin de jî xweyî bandoreke mezine. Di 1987 an de li Istanbul
ê, li alîkî derdikeve ser dikê, li alîkî fêrî “nota“ yê dibe û pêrejî albumeke mûzîkê
çe dike lê ji ber hinek bêşansîyan albûm belav nabe. Di 1990 î de li Tekman ê, Aydin
Koroyeke mûzîk ê ku ji 57 kesan pêk tê ava dike. Di 1991 î de li Tekman ê, bi tevî
gelek kesan navenda “HEP-Halkin Emek Partisi“ avadikin. Di 1992 an de ji ber sedemên
sîyasî, ji welatê xwe derdikeve û li Almanya, li bajarê Dortmund ê dibe penaber.!
Li Almanya di bin navê Koma Xebat û paşêjî Koma Helîm Dener de xebatê xweyên mûzîkê
didomîne. Aydin bi stranên xwe di albumên wek, (1994- International Konzert, 2001-
Şevbêrka Dengbêjan1, 2003-Stranên Dile Me-Bilez, 2005-Şevbêrka Dengbêjan 2) de cîh
digire. Albumên wek, (2002-Bêje, 2006-Stran Jîyane1-Bavê Min, 2008-Stran Jîyane2-Vejîn)
jî .çê dike. Aydin wek bavê 5 zarokan niha hin li serokbajar ê Almanya li Berlîn
ê jîyan a xweya penaberî didomîneîne.