wp22a95a0e_0f.jpg
wp5cf8c8c7_0f.jpg
wpb8dfb6da.png
wpdd65194e.png
wp0efbeac3.png
wp17451ec5.png
HA-Web © 2002

www.stranjiyane.com

Hozan Aydin

Hozan Aydin di sala 1962 an de li Kurdistanê, li herêma Serhed aku çavkanîya dengbêj û stranane; li gundê Xindeqa ji dayîk bûye. Aydin di zarokatîya xwede, bi awaza kal û bavê xwe û bi awazê dengbêjên Serhedê, xwe di bin bandora stranande dibîne û stranan dibêje. Di 1975-76 an de dibistan a ewilî, li gundê Şemê xilas dike, bêguman di wê dibistanêdejî Aydin bi stranbêjîyê liber çave. Di 1977 an de li Istanbul ê, xwe di nava çalekiya 1 ê Gulanêde dibîne; ew roj ku ji alî dewletêve 36 kes têne qetilkirin, li jîyan a Aydin bandorekî mezin çêdike. Di sal a 1980 an, dema cunta 12 Îlonê di “Muş Lisesi” sinif a 2. de, dev ji xwendine berdide. 12 Îlonê jî  di jîyana Aydin de xweyî bandoreke mezine. Aydin li Mûş ê jî di her şevên çandîde, di şahîyande derdikeve ser dikê û dengê wî her diçe belav dibe, ewçax fêrî Tembûr ê dibe. Di 1982 an de Aydin bi dilketîya xwere dizewice. 1984-86, Eskerîye dikê û li wêderêjî  bi zimanê Tirkî stranbêjtîyê. Di heman demêde bi 15 ê Tebaxê dihese;..... >>>

KURTEJÎYAN a  AYDIN
wp2939db74_0f.jpg

Esmer navê te şirîne

Heskirin a te birîne

Bê te jîyanam girîne

Bese xeyalêm werîne

Esmer ka wer Esmer

 

Dîsgotin

Esmer çavê te reşe qere qemer

Bijangên tîr ênîya kever

Pêl bi pêl,porê xwe berde ser

Esmer mîna heyva şevder

Li tarîya min vebe wer

Esmer ka wer Esmer

 

Esmer rûkenoka gewher

Dunya minî tu seranser

Têna lêvên glover

Biminde wek ava kewser

Esmer ka wer Esmer

Dîsgotin

 

Esmer canê Delalê

Rengalê dêm bi xalê

Heyrana bejn û bale

Revoka li dûr;Xezalê

Esmer ka wer Esmer

Dîsgotin

E S M E R