E-Mail Kurdî Türkce Deutsch Hompage Gästebuch
Stran Jiyane Bê Stran Nabe

Di Muzik a Kurdî de deng ê Resen, gewrîya  Resen û navnişan a rast :  Bêguman  !!! HOZAN AYDIN !!!

 

         BÊJE  

Ay de bê...lê dayê,rebenê,porkurê,gulîbirê nemayê de bê...
Ax de bê...ax de bêje,de bêje
Ê bubare...Li welatê dûrî xerîb dîsa xeberekî reş ji minre hatîye,
Agir û pête xistîye nava cerg û dilane ax lê dayê
Sal nodûçar sihê gulan ê,heyjde rêhevalên xweşmêr.şoreşgerên Kurdistanê
Li deşta şewitya Ezirganê li çemê sansarê ax de tu xerabî malwêranê
Leşkerê dujminên xwînxwarin,weke gurê harin çember girtinê li hevalane
Yekjî di navda piçûkê çar xwîçk û du birane
Hevalê Rêzan çavbelekê min xortê cîwan mabû di nav lepên xwînxwaran
Canê cîwan dabûn ber gullan û bombane.

 

Gotin û Mûzîk :Aydin Korkmaz 29.11.1994 (Sauerland-D

Vegera Albumê


Ax de bêje dayê...ax rebenê,porkurê,gulîbirê nemayê
Ez çawa ji bîrbikim van kul û keserên giran
Heyanî saxbim li dewrana vê dunyayê lê dayê
Dunya min resbûye jîyan limin bûye wêrane lê dayê


Ay de bê...lê dayê,rebenê,porkurê,gulîbirê nemayê de bê...
Ax de bê...ax de bêje,de bêje
Dema sal nodûdu meha adarê wez dihatim xerîbîyê,
Min xatirê xwe dixwestî ji der û cînaran ji gundîyane ax lê dayê
Min ji hevalê Rêzan ji çav û birîyên reş û belek nestandibû tu ramusane
Lê min çi zanîbû ez nabînim ji vir wada xortê ciwan bi ronîkê çavane lê dayê
Ez çi bikim jî îro xebera reş limin bûye mêvane,
Wek xençerekî tûje,tale li serê sînga min dane agirekî di nava dilêmin dadane

Ax de bêje dayê...ax rebenê,porkurê,gulîbirê nemayê
Ez çawa ji bîrbikim van kul û keserên giran
Heyanî saxbim li dewrana vê dunyayê lê dayê
Dunya min resbûye jîyan limin bûye wêrane lê dayê