|
DÎLBER
Lêlê Dîlber….Tekman a şewitî bişewite ji dilê min û tera wa li nike….
Segmanê gundê me Emer axa Mîrê Tatos ê Mîrê zirav bi sê tezane,bi gulik û bi
qendike wa bi bendike bira devê min bixal û deqê sing û berê Dîlber a;
Emer axa Mîrê zirav biketa,Emer axa Mîrekî zor û zurbe,bira sikhat û gilîyê
min bike,lingê min li qeydêxe;
Destê min li kelepçêxe,hisûyê min lelêxe,sedûyek darî li binê lingê
minxe,sedûyek zêr fendeqî cezaê ji min bistîne;
Sedûyek salî ceza îdama minbe,berê min bidin Sinop ê,Zongildax ê,adê
behra,nava qandar û qatilê mehpûsxana Siwêrekê;
Heval û hogirê mijmin pirsîne,ceza û cirma te çîye?Ezê bêjim mala we
xirabîyo minê ramûsanekî ji xal û xetê gerdena;
Le Dîlber a Emer axa Mîrê zirav keremkirîye,Emer axa Mîrekî zor û
zirbe,şikhat û gilîyê min kirîye;
Lingê min bi qeyde,destê min bi kelepçeye,histûyê min bi leleye,sedûyek dar
li bin lingê mine,sedûyek zêr fendeqî ceza ji min standîye;
Gidîno ji bona xatirê ramûsana Dîlber a min cezayê min tunene;
Hela bala xwe bidinê cirma min hindike Dîlber,Dîlber…..Dîlber….
Aaax limin…Ê hêê,hêê gidî,Ax dîl bilmezê hê hê li min,
Ê tew zalimê hê,hê………hê,hê Dîlber.
|
Gotin û Mûzîk : Gelêrî
Herêm : Serhed
Çavkanî : Şakiro
Berhevkar : Aydin Korkmaz
|
Vegera Albumê |