E-Mail Kurdî Türkce Deutsch Hompage Gästebuch
Stran Jiyane Bê Stran Nabe

Di Muzik a Kurdî de deng ê Resen, gewrîya  Resen û navnişan a rast :  Bêguman  !!! HOZAN AYDIN !!!

 
RÊWÎYO

Lo rêwîyo tu li ku mayî
Çavê min li rê ne xwîyayî
Dilê dayka te bi hisrete
Derbasnabe ji te dûrvayî

 

Gotin û Mûzîk :Aydin Korkmaz

Vegera Albumê

Weyla limin korê nemayê
Ji rêwîyê min xeber nayê
Bi derba dujmin hatîye kuştin
Cinazê Mazlûm wendaye


Hela binêrin li vî karî
Li ecêbên vî neyarî
Bêbextî Mazlûmêm kuştin
Wendakirin bi xeddarî

Weyla limin korê nemayê
Ji rêwîyê min xeber nayê
Bi derba dujmin hatîye kuştin
Cinazê Mazlûm wendaye