|
NewsKurd |
 |
|
Hevpeyvîn
27.09.2006 |
|
Derhêner
ê giştî
yê weşan
a
NewsKurd Medeni Duran,
hevpeyvîn a
ku
bi
Hozan
Aydin
re, li ser xebat ên wî yên dawî
çêkiribû,
em
pêşkêş
dikin |
—Hunermend
Aydin em nas dikin; gelo em dikarin Aydin, ji devê Aydin nas bikin?
Lı Serhed ê
demaku bayê Taşo ê jı pozê çîyayên ser bilind ; Sîpan, Kurtik, Agırî, Paltokan,
Qiruc û Çîyagewrk ku wek bûk ek ser bi xêlî berf a spî li ser; dihat, bi xwere
ji kûrahîya derya stranan qêrîn a Evdal ê Zeynikê dihanî û digihînand Husê Pûlo,
Reso, Husêno û Şakiro ku îro di Klasîkên Kurdîde bûye Ekol û herweha qirne bi
qirne belavdibû, sal 1962 li gundekî piçûk û 10 mal, navê gund Xindeqa, grêdayî
Tekman ê ku navçeya Erzirom ê ye. Aydin ji dayîk dibe û hîn di temenê
zarokatîyêde ev bayê hanê wîjî tevlêxwe dike. Sal berbi dawîya 2006 an diçe û ev
bayê hanê hînjî Aydin bixwere kaş û berkaş dike.
—Hun
dikarin di derbarê muzîk a ku hun çê dikin, me û xwendevanên me agahdar bikin?
Bi tevahî, Muzîk di nava mox ên jîyan ê da ye. Di jîyan ê de her çiqas astengî
hebinjî lê belê ew berbi bêdawîbûnekîve bê sekan diherike. Ez jî di nava vê
herikandinêde wek mêjîkurd e kî bi xîret dixwazim sobanîyan bikim, weke stranên
di nava gelde li gorî reng û deng ê xwe ji nûve şîrove dikim û tevli
dewlemendîya instrument ên dema nû, hewl didimku pêşkêş bikim, bi berhevkarîyê
hewl didimku repertuar a xwe hîn dewlemendtir bikim, disa hewl didimku hest û
ramanên xwe binivîsim û beste bikim lê bi taybet hevza xwe ji hinek astengîyên
jîyanêjî dikim.
—Em
bi salane Hozan Aydi nas dikin! Sahneden etkinliklerden insanlık
mücadelesini verildiği platformlardan stranlarını büyük bir zevkle dinliyoruz.
Bir de Aydını Aydın’dan tanıyalım… Bugün geldiğiniz noktada kendinize ilişkin
nasıl bir değerlendirmede bulunabilirsiniz?
Çi bêjim mirovekî hinek zêde hesîn, bi çavkanî û nirxên civakîve, bi mal û
zarokanve zêde girêdayî, zêde neaxife lê were bisekine li hember şaşitîyanjî wek
kele dikare bisekine, tim bi rastîyanreye, ji lavakirinê tu car hesnekirîye, di
tevahî jiyana xwede durûtî tim red kirîye, xweyî dilekî mezin û dewlemende,
dikare kenê xwejî girîyê xwejî daxîne nava stranan.
Xebatê weyên di
çarçova Akademîya çand û hunera Kurdistanê de jî hene. Gelo hun dikarin bi
kurtasî behsa wan xebatanajî bikin?
Ez 1992 an de hatim Almanya, min bi navê Hunerkom ev sazîya me naskir û
di bin vê sî yê de min dest bi xebatên xwe kir piştre navê Akademi girt.
Heyani 1993 an bi navê Koma Xebat me tevî gelek hevalan wek Mûzîk, şano û
folklor; Ji 1994 an heyani 1997 an bi navê Koma Helim Dener û herweha wek
Hozan Aydin, di bin sîya Akademî û Komelên herêman li Almanya û li gelek welat
ên Europa yê ez tevli gelek çalekîyên çandî bum û min gelek dik ên hunerî
parvekir. Dawîya 1997 an min mala xwe barkir Berlin ê. Di Akademîya çand û
hunera Kurd şaxê Berlin ê de wek endamekî birêvebir, min cîh girt û xebatên
xweyên çandî domand. Di vê sazîya medejî min koroyekî mûzika Kurdî damezirand û
demekî me xebat kir. Ji wî koroyê hinek hevalên me gelek caran tevli bernameyên
Roj-TV û şevan bûn dîsa ji wê koroyê hevalekî me di Mîhrîcanekî Roj-TV de bû
yekemîn û îroj xweyîye Album e kî ye. Wekî dinê stran ên minêku bi salanin min
berhevkirine hene û min ji wan stranan dane hinek hevalên me, herweha xistine
albumên xwejî. Di salên 2000 î de sazîya meya Berlin ê hate xitimandin. Hînjî bi
xebatên wekî berhevkarî, repertuar, dengbêjî, şîrove, beste, nivîsa gotinên
stranan, album û derketina ser dikê, jîyana min didome.
Hun dibêjin ku Aydin tu
carî karîyer û pîyase nefikirîye. Tenê ji ber heskirina stranê stran gotine.
” Ger hunermend di çêkirina albûmekîde karîyer û pîyasê nefikire, Gelo
dikare li ser dika hunerê bisekine? Ger bikaribe surra vê çîye?
Berî her tiştî armanc a min a sereke tenê stran gotine û ji xeynî stran gotinêjî
tu derdekî minjî nîne jixwe.
Pîyase: Bê guman bi her awayî girîngîyekî mezine ji bo hilberîn û berxwarin û di
pîyasêda armanca herî esasjî tucarî ango bazirganîye herweha di hunerdejî
nêzikatîya pîyasê bi vî rengîye. Promosion e kî baş, bazar e kî baş, raman ê
populizm tev girêdayî hevin. Lê li hêlekî din ku alîyê herî xirabe: (Ji bona
jîyanekî rengane nirxên civakî têne binpêkirin, sewaxkirin, qetilkirin, rant,
qilif, înkar û herwisa; heta ji bona sekana ku li ser vê dikê, kesênku eslê xwe
inkar bikinjî hene.)Êêê bêguman ez pîyasekî bi vî rengî nafikirim. Ev alîyekî
dikêye, lê li alîyê dinêjî, rastîya stran jîyane û bê stran nabe heye: Xweyî
derketina nirxên civakî, rastîya jîyanê, dîtina bi çavên xwe, bihîstina bi guhên
xwe, hestên dile xwe, tevli melodîyan pêşkêş kirin heye. 30 û çend sal berê ku
ez zarokekî bûm; min strana Lo Axao ji Dengbêj Şakiro hilgirtibû û
digot ku Şakiro nasnav a Şahê Dengbêjan ji gelê xwe girtibû, ewçax
min jixwe pîyase nizanîbû û îrojî ez wê stranê ku min gelekîjî ji bir kirîye
dîsa dibêjim û pêrejî strana Bavê Min dibêjim ku bi tevahî hestên dilê
mine, wexta ez van stranan dibêjim ne ji bo pîyasê, bi tevî rastîya civakî,
jîyana xwe, hestên xwe dibêjim, ji heskirina stranan, ji daxwaza dilê xwe ez
stranan dibêjim. Bê guman evjî ez bawerim ku min li ser dik a ku ez dixwazim
digire.
Hun çawa xwe digihênin guhdarvanan?
Bi Albuman, carna programên TV an, derketina ser dik an û carnajî bi nivîsên
hevalên wek we ku me digihînin xwendevanan.
Ji bo Kurdan Dibêjin
ku Kurdan zulm dîtin stran gotin, evîndar bûn stran gotin. Destanên
qehremanîyê ji awazên dengbêjan gihêstin heyanî vê qirnê; Hun wek
hunermendekî Kurd vîya cawa dinirxînin, Bi rastî wihaye gelo?
Di nava Kurdande stran, klam gekeî cûdaye, di nêrîna minde “misyon” e ke; di
seranser jîyanêde her çi heye, bê tirs mirov dikare bi awayekî rût û tazî di
stranên Kurdande bibîne. Ji bonaku neaxifin, ew zimanê Kurdan ê ku ewqas bedew û
dewlemend, ji alî dujminên Kurdande hatibû qedexekirin, Kurdan bi awakî nuwaze,
bêkêmasî û hêla wêjeyîjî ewqas bi hêz, gellekî baş, bi serkeftî parastin û
heyanî îroj anîn. Kurdan, dîrok, zulm, qehremanî, îxanetî, rik, nifret, xweza û
evîn di stranên xwede gelekî baş û bedew bi kar anîne û di hêlekî dinêdejî
birûmetîyekî mezine. Îro em dinêrin stran û klam ên me di nava cîhanêde wê
bikarin bibin pêşeroja mejî ez bawerim.
 |
Li bakurê Kurdistanê
di dawîya çarîka sedsala 20 ande, bi tevgera û tekoşîna Kurdanre di hêla
huner û bi taybetî di hêla mûzîk ê de pêşketinên girîng xwe nîşan da û bi
xwere gelek navên bi hêz derxist holê; Şiwan Perwer ji vanan yeke. Gelo hun
xwê li kêdera vê demê û pêvajoyê dibînin?
|
Bingeh a çêbûna gel û welat a esas, avabûna sazîyane. Tekoşîna rizgarîya
netewî di vî hêlîde gelekî bi serkeftin pêşveket û ev alîya gelekî birûmete.
Bêguman bi van sazîyanre huner û hunermndjî bikêr anîn û pêvajoyeke yekbêj
ango ciddî pêkanî. Ezjî xwe wek çîkekî ji vê pêvajoyê hîs dikim.
Hun wek hunermendekî bi terza mûzîk a xwe,
xwe di nava rengên netewîde dibînin gelo?
Bê guman
wereye; ew hestên minên ku ji dil û ruh ê min difilitin û tênê ku wek pêl ên
elektrik ê tevli awaza min, ji qirika min bi melodîyan derdikeve û ji zimanê
minê netewî yê ewqas bedew wekî neqş ên merş e kî hebo hebo dirijin, rengê
netewîye.
Tê gotinku “di Ewropa de
bi giştî di hunerêde û bi tabetî di mûzîk ê de xitimandin û dubaretî heye“.
Li gorî we çi sedem hene? Çareserîya vê neyînîyê çîye? Hun xwe di kîjan
merheleyêde dibînin? Hinekî daha zelal bipirsim, hunjî xwe di nava vê
xitimandinêde dibînin gelo?
Huner deryakî
bê sînor û bêserûbin e û di hunerda xitimandin çênabe encax, rêberê
herikandin û kêranîna vê deryayê hunermendin, heger di vê derêde
nêzikatîyeke bihîsab hebe ewçax sedemê xitimandinê çêdibe zor mixabin.
Herweha ne tenê li Europa li gelek derên Cîhanê xitimandina di huner û bi
taybet di mûzîkêde tesbîteke raste. Lêbelê gelek sedem hene: Di dema Maşîne
û Teknolojî de karanîneke Xirab û şaş, rolekî mezin dilehîze. Keda kêm, dema
kurt, perê pir! Di pêşveçûna teknîkde keda mirovan kêm bûye û hestên
mirovahîyêjî korbûye. Mînak: “Aranjor” e kî mûzîkê êdî di hestên xwede
hewcebûna neqşa nake, maşînewî difikire. Li ser gotinê; çend pardisyon ên
xwe dinivîse û dilê wî kêderê bixwaze kopy yê wêderê dike. Hunermend û
hestên hunermend nas bike neke xem nîne wan kopy yên xwe dikare di karê
gelek kesande bika rbîne. Di hêlekî dinêdejî êdî mirov di navbera
hunermendande di veqetandina dengê xirab û çêdejî zehmetkêşîyan dibîne, deng
hebe tunebe xem nake ji berku çer hebe “Computer” amadeye û wê bi hêza
teknik ê sererast bikin û bi vî hawî, hunera esas cîhê xwe ji xemilandina
sexte, kopyakirin, zeliqandin û pînekirinêre dihêle. Di hêlekî dinêdejî ev
Ewropa ku em di navda dijîn, sankî hestên ritm an îflaz kirîye; camêran bi
“DUM” “TEK” e kî, bi rûçikên sexte, ken û kenandin, cîhan xerabe haya kesî
jê nîne, bi pop û tekno guhên mirovan dixitimînin, bi însanan lotikan didin
avêtin û wekî din tu tştekîjî nîne. Disa di alîyekî dinêde, bi hezaran
insanan kom dikin û konser ên Playbek didin, ewjî zota sere. Lêbelê, di
virde rewşa huner û mûzîk a Kurd cûdatire; pirsgirêka herî mezin nasnameya
hunera Kurde! Huner bê nasname nabe! Mirov dikare bêje ku bi piranî
hunermend ên Kurdan bi ziman ê xwe di hunerêde ne perwerdeye lewmajî ne
xitimandin lê, mirov dikare bibêjeku bi taybet di mûzîka Kurd de di hêla
pêşveçûnêde gavên kurt têne avêtin. (Em hîn nebûne xwe lê, em ketinê
hewldarîya ku bibine kesên din) Kesên dinêjî, çawa min li jor nîşan
dayê....DUM TEK....!?
Her çi dibejî
girînge em dev ji hewesa derve berdin, hestên xwe berbixweve bikêr bînin,
zimanê xwe baş fêrbin û baş bikar bînin, bi navê netewetî, bi organize kî
durist, bi tam a xweya esasî, wek hunermend ên Mezopotamya ku derguşa
şaristanîyê ye û bi hêza çand a xwe emê bikaribin li cîhane belabin ez di vê
bawerîyêdeme.
Ji bona xwejî
dikarim wiha bibêjim: Ez di xwede xitimandineke di hêla hunerde nabînim lê,
wek hunermendekî di bin sîya sazîyekîde kar dikim, ji sedemên şaşitî û
kêmasîyên organizeve, ji bonaku bikaribim hîn berfirehtir bigihîjim
gudarvanan, di alî teknik î ve dikarin bibêjim ez xitimandineke dijîm.
Demeke dirêje li ser
albuman xebatên we hene. Repetuar ên we cûr be cûrin. We repertuar a dawî li
gorî çi amadekirîye gelo?
Bi salane
sloganeke min heye: Stran Jîyane, Bê Stran Nabe. Xem, ken, êş, zulm,
serxwebun, qehremanî, evîn, çîya, dirî, îxanet; vanan tev ma ne di mox ên
jîyana medeye? Ewçax tabîî ku stran; Carna ew dilêku ji ber veqetînê
şikestî, tîra qençerê lê dikeve, têde dibe êş û xem. Carna di Newroz ê de
desmal li dest, di serê govendêde dibe ken. Carna dibe çakuç ê Kawa û li
serê zulmê dikeve. Carna di dilê ew dayîk a ku bihezaran gund ê wî hatîye
şewitandin û di hemla wîde zaroka wî hatîyê sigûkirin, dibe îsyan, rik û
serxwebûn. Carna dibe şerwanên azadîyê ku serê çîyan gitine war û gul û
sosin girtine yar. Carna ji bona ramusanekî Dîlber ê 101 dar li bin lingan,
101 sal ceza îdam, di destande kelepçe, jixwe razî û dibe mehkûmê sigûnan.
Carana bi berbanga sibêra li ser sûretê yarê ji porê wê dibe ta kî....Ango,
ji bonaku tu cîh û dema wî kişe bikî şansê te nîne; Stran Kriter ên xwe
bixwe kivşe dike.
Berîku
em vê hevpeyvînê çêkin, we ji mere behsa albûmeke nû kiribû, Bi rastî em wek
malbata NEWSKURD û xwendevanên xwe vê xebata weya nû meraq dikin. Hun
dikarin hinekî behsa vê xebata xweya nû bikin gelo?
Esil ev proje
yekî minê demdirêje; Di Cîhan ê de mînakekî kême ku weke kevneşopîya
dengbêjîya çanda Kurdan ku ewqas mîsyoneke dîrokî hilbigire û di nava xede,
wêje, serpêhatî û sosyalite yê jî evqas biparêze. Ez di virde xwe wek
berpirsîyarekî dibînim û hewl didim ku bi deng û şîroveyeke nû, herweha bi
enstruman ên ku îro di vê dem ê de tên bikaranîn, sentez e kî çê bikim û ji
nûve berbi çavkanîyê, û himjî berbi qirne ya nû bixime albumekî û
pêşkêşbikim.
Sanatçının
misyonu hakkında ne diyebilirsiniz?
Wek em hemî
dizanin bi awakî klasik tê gotin ku hunermend neynika civakêne.Raste,
girînge hunermend vîya esas bigire (Ziman ê xwe baş bizane û baş bikar bîne,
di hêla sosyal de geşbe, civak a ku di navde dijî, baş nas bike û baş fêm
bike, ji bona nirxên xweyên çandî parazvanêkî başbe, berî her tiştî girînge
durustbe) dibejim.
Ji bo demên pêş mede di derheqê xebatên mûzîkêde ji guhdarvanên xwere û
ji xwendevanên NEWSKURD re gotinên we hene?
Ez carekî dinê soz a xwe dîsa didim ku bi jîyana minre heyanî ku deng û
bêhna min hebe, ezê di bin baskê “Stran Jîyane, Bê Stran Nabe” de ji bona
guhdarvanên mûzîk a Kurdî tim bistirêm. Lê, daxwaz dikim ku ji bona hurmet a
ked ê girînge nebin piştgirê
KORSAN
an. Ezjî, ewên ku liser keda kesên din kedxwarî dikin bi tundî şermezar
dikim û ji bona guhdarvanên Hozan Aydin, di malper a xwe (
www.stranjiyane.com ) de stranên xwe diweşînim,
kesênku malpera min zîyaret bikin, dikarin stranan guhdar bikin û herweha
belaş dagirin. Li vir ji bona xwendevanên
NEWSKURD
silav û rêzên xwe pêşkêş dikim û dibêjim pir bixwînin, li çapemenî û bi
tevahî medya xwe xweyî derkevin. Ji bona vî suhbet ê ku we ji minre wexta
xweya bi qîmet veqetand zor spas û dibêjim bira hemî hêlên jîyana we di tam
a stranandabe.
Medeni Duran
|
|