H O Z A N   A Y D I N

S T R A N   J Î Y A N E

Kurdî Türkce Deutsch English Homepage

Nivîsên Hunerî

Sanatsal Yazilar

Künstleriche Berichte

Artistic News

Veger

Geri

Zurück

Back

 

DENGBÊJÎ-Hozan Aydin

Dengbêj, her çiqas wek peyvekî xuya bikejî lê ji du pyvên bi hêz û her ewqasjî watedar pêk tê. (Deng), (bêj) ango bêje, gotin. Dema nivîs nebû, deng û gotin hebû; ger deng û gotin nebe, xwestekê dilê mirov nayê ser ziman herwisajî nayê bihîstin; Dengbêjî xweyî wateyek bi vî rengîye!.. Ji bona gelê Kurd, Dengbêjî kevneşopîyeke bingehî ya çandî, civaknasî, zimannasî, wêje ya devkî, “Filozofi“ û herweha “misyon“ ekî dîrokî û sîyasîyejî. “Filozof“ an li cîhanê cûda nêrîne û li gorî nêrînên xwe yên cîhanêjî xweza, sosyalîte, jîyan şirove kirine, ji bo pêşketina civakê şîret û pêşenktî kirine…hwd.  

Weke tê zanîn ku bi hevkarîyeke mezin û bi çarehêlî Welatê Kurd an hatiye dagirkirin. Kurd li ser ax a xwe bi tenê û wek xerîban mane.! Zimanê Kurdan hatiye qedexekirin.! Bi taybetî li bakurê Kurdistanê, Kurdan bi zimane xwe nexwendîye û nenivîsîye û hwd. Bêguman çanda Kurdan gelekî dewlemend û hîmekî bi hêze… Dengbêjên Kurda di nava Kurdande, li Koşk û Seran, Gund û Bajaran, Çîya û Banîyan, li Deşt û Zozanan pirr gerîyane. Rastî û rewşa Kurdan baş dîtine, vedîtin kirine, tesbît kirine, baş naskirine lewmajî li himber zilm û zordarîyê, li himber înkarî, qedexebûn û tunekirinê gellekî “stratejik” fikirîne.! Herwisaji ev rewşên awarte li gor nirxandin û nêrînên xweyên cûdajî şîrove kirine… Xweza, cil û berg, gul û sosin, sosyalite, gotinên di dilde mayî, evînên veşartî, wêje, êş, şerr, îxanetî, mêranî, qehremanî, şahî û bi her awayî jîyana Kurdan bi zimanekî bedew, bi hêz di klam û çîrokên xwede, bi awakî nuwaze û zelal honandine û herwisajî va hîma bi îhtidamekî mezin parastine. Bêguman, li  himber înkarîya bi hezaran salan, wek Agirî, Sîpan, Cûdî û Zagrosan serbilind rawestîyane û di derbasbûyîna vê rojêde pêşengtî kirine...

Sîyasetên gemar ku li ser sere Kurdan hatine bi karanîn, mirov dikare di Klam ên Dengbêjande zelal û pak bibîne…


...belkî agirê kulê têkeve mala Misto Kemale çawa rakirin fermana serê Kurda,
birrîna serê Şêxan û melane; Hela binêr meclîsa Enqerê de dayê lê li hev
civîyane, Ji bo xeniqandina Şêx Seîd efendî bavê Şêx Elî Riza temamê mebûsa wê qirar dane..., 

...Şêx Seîd efendî anîne Diyarbekirê li ber bendane,

Bend avêtin qirika Şêx Seîd efendî ewê gavê teze min zanîbû xwelî li nava çavê me hemyane, Mîrê min, Mîro, Mîrê min...

Dengbêjan, carna deşt û zozanên xwe di bedewbûna sînga yarêde salix dane..,

...Esmer dibê kuro delyo subeye ezê sekinîm li derê malê berxo lo li tepeye

Hela were bi destê min keçikê bigre wemê qasekê di dêrisê gundada meş

meş bikin lo li nav baxçeye

Alîkî sîngê min keçikê ji tera deşte

Yek zozane berxo yek li bilinda lo xweş yayleye

Qasekê were vê subê ji xwera mal xirabo konê xwe têda dayne

Çadira xwe biçikîne ji xwera derbas bike demû dewrana xweye...

Wesf û methên dilê dengbêjan mezinbûne..,

…bira hespa merû bezabe, şûre merû birrabe,

Tu dêyna xwe bidê malxirabo kum û kolozê merû bi ser çatê birîyande xwarbe,

Vê subengê, dosta merû sertacî hemî dostabe, Yeke fenanî Seraya Mamed axa dosta merûbe,

Merû rûnê di nava civatê Mîr û Hakimande ji xwere methê Seraya Mamed axa bide, Di nava heval û hogirande qanatê merû vebe,

Merû ji xwera pê bifire Serayêêê, Serayêêê…

Carna bona maçek ji Dîlberê, jîyana xwe xistine xeterê..,

…bira berê min bidin Sinop ê, Zongildax ê, adê behran, nava qandar û qatilê mehpûsxana Siwêrekê, Heval û hogirê min jmin pirsîne ceza û cirma te çîye? 

Ezê bêjim mala we xirabîyo minê ramûsanekî ji xal û deqê gerdena Dîlber a Emer axa Mîrê Tatosê keremkirîye,

Emer axa Mîrekî zor û zirbe, şikhat û gilîyê min kirîye, Lingê min bi qeyde, destê min bi kelepçeye, histûyê min bi leleye,

Sedûyek dar li bin lingê mine, sedûyek zêr fendeqî ceza ji min standîye,
Gidîno ji bona xatirê ramûsana Dîlber a min cezayê min tunene;
Hela bala xwe bidinê cirma min hindike Dîlber, Dîlber…..Dîlber….

Ji bo bîranîn û qedirgirtina mêrxasekî fantazîyên ecêb fikirîne..,

…Ezê rabim şal û şapikê Elîyê Pûrto hildim xwe berdim Erzurum a rengîn,

Goşe bi goşe, kuçe bi kuçe bigerînim, bidim ser milê telal û telalbaşîyan,

Xwe berdime Qersqapî û bîtmeydanê, bîstûçar nerdûwan hilkişim,

Bidim ser çokê heft Qazî û donzde niftîyan,

Destê çawîşan û efendîyan,  xwe bavêm dest û pîyê dikandar û dikançîyan,

Bibêjim gelî mixazeçîyan min biwe, hunê bi xwedê,

Hunê şal û şapikê Elîyê Pûrto nefiroşin,

Çend saleka bikine curekî, curê di nava pirtîyan haêêêêê, dilo heywayêêêê…

Dengbêjan wesfên Egîd î û mêrxasîyêjî gelekî balkêş dane..,

Ezê bi dîyarê Dutax a şewitî diketim vê subengê berî li bêye

Hucûm hucûm a bavê Xalis, kekê Mexsê ye

Şade şûdê bavê Xalis gelekin li dewrana rû dunêye

Bi zor a şûr ajotîye ser topêye

Topa Ûriz standiye ji destê alayîyê hey waê waê, waê, hey waê...

Dîsa di wesfên mêrxasîyêde, piştgirî û hêvî nirxandine..,

…Dengê tivingan li ser serê Egîd ê mala bavê min nemaê nale nale, kale kale…,

…Sêr bike vê sibê gelo eşîr xirabûne di eşîrande mêr nemane,

Keskî xudanxêr tune bi orta çapilya xwe bigre li meydanê,

Ji peyayê mala bavê min rebenêre bibe balgî û berpale ez rebenim…rebenim…..

Dengbêj, bê şîret, temî û wesîyet jî nemane..,

…kuro ocaxkoro, temî û wesîyeta min li tebe, tu caran ji kêleka rindan ra nebe,

Li kêleka pîsan û miskînan rûmenê, qise meke, xeber mede,

Kuro oaxkoro, temîya min li tebe, tu caran bergîran li kêleka kihêlan girê mede  Lo looo…ax welatoooo bê tu xirabî xirabîîî…

Dema nêzikjî bi gazin û rexneyan nirxandine..,

…gede gudîyên van salû zemana  qatek cilê qumaş li xwe dikin, xwe li ser xanîyan tîkdikin,

şewqê xwe xwardikin, tizbîyê xwe li ba dikin; Gotinê canikû camêran radikin,

gotinê tolazê van salû zemana dikin, tu bala xwe bidê vê subengê di dawîyêda dest davêne quriş û tabîyan û bêbextîyan…

“Tema, ziman, wêje, “estetîk“, “sentez“ ich û mekan çawa hatîye bi karanîn, çawa bûye huner.! Lewmajî min van nimûneyên klaman carekî din li jor raxiste berçavan.

Dengbêj di her dem û di her rewşêde zindîbûna dîroka çandî bûne. Di civatên Dengbêjan de, bi kombûn û gohdarkirinêjî, di hêla tevger, ziman, xweza, erdnîgar û hwd. Perwerdeyî û rêxistinî derdikeve hole! Ji bo gelê Kurd Dengbêjî, sazî û dibistana çandîye. Di honandina dîwarekîde pîvan durust neyê girtin, dîwar xwar diçe û dîmenekî ne xweş derdikeve holê! Bi taybeî di hêla zimande, ji bo stranbêjtî ya Kurdî, ev sazî xweyî wate û girîngîyeke wihaye! Kesênku vê sazîyê nas neke û di vê dibistanêre derbas nebe, nikare bibe stranbêjekî Kurd yê baş.

Îro Kurd bi çanda xwe, li derbasbûyîna vê demêde, deyndarê Dengbêjane!

(Ew tim dijîn û wê her bijîn)

Hozan Aydin  ( stranjiyane@hotmail.de )