|
Dûr ketine ji min xewnê şevan
Windabûye bînahîya çavan
Bi ahenga qebe qebê kewan
Weke ronahîya rojê,siban
Li min vebe were bibe mêvan
Navê şirîn navê teye erê
Bi delalî dibêjim Dîlberê
Şiklê te li ber çavê min li herderê
Drûvê te li ber çavê min li her derê
Wek ewrên spî ji dûrva hilkiş werê
Min bigire li nav xeyalan bigerê
|