GENC XELÎL


Gotin û Muzîk :Gelêrî
Çavkanî :
Sakiro
Berhevkar :Aydin Korkmaz


Were lolo,were lolo,were lolo,were lolo….ax
Were lolo…were lolo,were lolo,were lolo,were lolo,were lolo….waê…..
Were lolo,were lolo,were lolo,were lolo,were lolo nemaê;
Ê nemaê,nemaê,nemaê,nemaê,nemaê,nemaê….wax,
Ezê ji bona genc Xelîl lawê apê…xwe nemî..yîyîîîîyîyînim li dunyayê.

De lolo gec Xelîlo subebû çemê paşo newala hope bişewite ji dilê min û tera newel li pale
Dilê min ji bona pismamê min yane,yane,kale,kale
Bihîstina min bihîstiye,pismamê min nexweşe nexweşekî jê dib ê hale
Ezê rabim destê genc Xelîl lawê apê xwe bigrim leylîfkim yalî male,
Ji êvarê heyanî sibê jêra bibime naz balîfe,balgîbe,berpale.
Bira sere xwe bide ser cotê zendê mine zer badayî,
Sûretê xwe bide ser cotê zer memikê minê nîşanî bi xale.
Dema tuê berê xwe bidî welatê xerîb û vê xerîbstanê;
Ezê cotê reş gulîyê xwe jêkim ji hespê pismamê xwera bikim doxhevsare,
Xizêma poze xwe bikime bizmale;
Kimbera pişta xwe dîsa vê subengê mal xirabo ji hespê pismamê xwera bikim nale.
Ezê kimbera pişta xwe ji hespê pismamê xwera bikim nale,
Dema tuê berê xwe didî welatê xerîb û xwerîbstanê,di nava heval û hogira,
Ay de bira kesekî mebêje genc Xelîl Kurmance,Kurmancekî bê pergalê nemaê;
Ê nemaê,nemaê,nemaê,nemaê,nemaê,nemaê….wax,
Ezê ji bona genc Xelîl lawê apê…xwe nemî..yîyîîîîyîyînim li dunyayê.

De lolo genc Xelîlo subebû min sondxwarî ;
Bi sonda qesemê dema tuê berê xwe bidî welatê xerîb û xerîbstanê
Gelo vê subengê wezê didû tera tu car û tu zemanî ji xwera tu malê nakim.
Ezê pismamê xwe di hêşa konê Erebî ji xew rakim,
Kolozekî deveturkî bînim nava çavakim,qondirekî Helebî di lingakim,
Ebakî Besra bînim nava milakim.
Eger pîra dê,kali bavê qayîl bûne,jixwe qayîlbûne;
Gava ku qayîl nebûn,koma bira û pismama teva bi qurbankim.
Xwe berdime welatê xerîb û xerîbaê,welatê di Türkîya ê,Stembol a şewitî nîvê dunya ê,
Xwe berdime Hemuş û Heka ê,Musil û Bexda ê,Beyt a Şerîf Beytulla ê;
Qasekê rûnêm li ber kanîka vê sera ê,cotê şalûl û bilbil,têlî tembûra peydakim,
Bînim ser sere pismamê xwera bi dardakim,bi surra subêra,bi azan a mellara,
Bi qêrînê dîkara,bi kile kilê meşkara,bi lûbe lûbê jinebîyara.
Bi dengê qîzan û bûkara,bi fîtînê nêçîrvanê serê çiyanra,bi hokînê şivanê ber keryara.
Bi zereqî tavî serî subêra,bi dengê lawî Kurdanra,bi birqinê di şûranra,
Bi engê dengbêjan,bi defê dewrêşan,bilûr ê bilûrvanan,bi sazî sazbendan,
Bi dengê şalûl û bilbilan,têlî tembûran qasekê;
Ji kedera dilê xweyê bi mereqê bi kederra,Gelo segmanê cindî dîsa ji dilê xwera ji xew rakim nemaê;
Ê nemaê,nemaê,nemaê,nemaê,nemaê,nemaê….wax,
Ezê ji bona genc Xelîl lawê apê…xwe nemî..yîyîîîîyîyînim li dunyayê.


 

BIRA LI DUNYAYÊ MIRIN HEBYA KALBÛN TUNEBYA


Herêm : Srehed / Gotin û Mûzîk : Gelêrî
Çavkanî :
 Zaharo
Berhevkar : Aydin Korkmaz

Biraaaa……bira li dunyayê mirin hebya kalbûn tunebya limiiin,
Limiiiin,limin,limin,limin,limin,limin,limin,limin,limin,limin,limin,limin,ax û feleeek.
Keçikêêê..belkî mala bavê te mîratbe,agir li mala bavê te rabeee,
Rabe ji do esrê pêve te ewqas bi çavên xayîn li min mêzekir,min zanîbû tiştekî di dilê teda heye.
Minê serê xwe li ser çoka te danîîî...tu ji xwedê natirsî derd û kulan nez kalkirim
Te takî spî di rûyê minda dîtiye,tu dibêjî heyran tu kaaalî ;
Welle ez ne kaliiim,bille ez ne kaaalim.Ez koçerim xirabmalim bêpergaaalim
Heyran wez rêwîme bê hevalim ka ji kul û derdên tene ez pê dinalim diloooo,

Dilooo,dilo,diloo,diloo,diloo,diloo,dilo,dilo,dilo,dilo,dilo,dilo,dilo,dilo,dilo,dilo,dilooo,
Ez dimirim lêlê yadêêê;
Welle dawîya me mirine,ez ditirsim bimirim,kula çavên reş û belek bi minre herin gor û qebristane.

Biraaaa......bira ez îro bala xwe didimêêê....
Hela raabin dibêjîn qirika kewa min a gooozel;ziraave dirêje mîna qirika qaz û betê limiiin,
Limiiiin,limin,limin,limin,limin,limin,limin,limin,limin,limin,limin,limin,ax û feleeek.
Qirikaaa..kewa mina gozel ziravê,dirêje mîna qirika qazû betêêê,
Tûk a ji devê vê qîza malmîratê dibare mîna hubra li ser kaxezêêê,
Ezê dibêm li ber rûnêm ji êvarê heyanî sibê ji xwere bixwînim vê xaal û xetêêê.
Lêê,lêêêê.......lê dîlber maala te mîraaatê ;
Hela sêêr bike ez mame li welatê xerîb cima tu jimin xeyîdî,
Heyran bi xwedê sebr û tebat a dilê min bi te tê limiiin,limiin,
Limin,limin,limin,limin,limin,limin,limin,limin,limin,limin,limin,limiiin.

Ez dimirim lêlê yadêêê;
Welle dawîya me mirine,ez ditirsim bimirim,kula cavên reş û belek bi minre herin gor û qebristane




ELÎKO

Gotin û Mûzîk : Reso
Çavkanî :
 Reso
Berhevkar : Aydin Korkmaz


Elîko lo laho şerekî li me çêbû;
Li deşta Sîmo,li Maselê,li li Maselayêêê...hey lo lawo bi karêzeee...
Min dî swar û peya ên kûranya Hesenan diçûn ji êvarda peya li du swaran hêêê...
Loo bûne rêzeee...li min dîlêêê...waê
Hêsîr ezim peya li du swaran hêêê...hew maqûlo bûne rêzeee...
Bira merû xulama xweyî bike mînanî Evdil Ezîz ê bafile,Egît ê Cimo,Subhan ê Welo;
Rojên di oxilmê giranda serê xwe divine nava dêl û bijû yên manegyan,
Bê li meydanê berê xwe ji gullê mawîzerêêê... bê naguhêzeee...li min dîlêêê...waê.

Elîko lo laho subeye qaleka li me qewimîye,
Îro li deşt a Sîmo li Masêlê li Maselayêêê...heylo lawo bi petêxeee...
Ehmo bi sê dengan ban dikir Silêman ê Feyîzî rabe ez bextê te ketime
Ê de şerê Heseana ketiye ser mile me hewû maqûlo mawizerê dayneee..lob nîşan lêxêee..limin dîlê.
Ez bi heyran mawîzerê dayneee...gidî bi nîşan lêxêee...
Gumana me li jor Xwedê,jêr kesekî tune cabekî bide Qandilîs ê dû berxê mala Elî axaaa...
Bira li gazîya me bê Seîd ê Nado,bavê Dilşa ê serê Hesena li ser mile me rakeee..
Lo revê pexeee....limin dîlêêê...waê

Elîko lo laho subeye şerekî li me çêbû;
Li deşta Sîmo,li Maselê,li li Maselayêêê...hey lo lawo wa bi ceyeee...
Xwedê dizane tivinga Şê Emo îro di destada sivike,
Şê Emo li meydanê tê û diçe mîna perê teyrêêê....lo atmeceyeee.....limin dîlêêê...waê
Ez bi heyran şê Emo li meydanê tê û diçe mîna perê teyrêêê....bê gidîno atmeceyeee.....
Gelî xulama ne min ji were go temya minli webe bi bextê we ketime xu nedin ser kozlîka Şê Emo,
Îsal bû heft sale mehîn a Sê Emo stewre;
Xwedê zane Şê Emo îro lo meydanê mêrekî ji mêêêran zêdeyêee...li min dîlêêê...waê.

Ax bê welle nayêêê...keko bille nayêêê...
Xwedê dizane destê tenê bibe şûrê Elî,tu carî maqûlo loooyohooo..bê deng jê nayêêê...
Arincik negare ez bextê tegame Akrane qewme xirabe kes lê tune li gazîya swarê me nayê,
Kesekî tune cabekî bide Qandilîsê dû berxê mala Elî axa,
Bira li hewara me bê Seîdê Nado,swarê gêjo baavê Dilsa êêê....waê.




DEWRANE

Herêm : Serhed / Gotin û Mûzîk : Gelêrî
Cavkanî :
 Sakiro
Berhevkar : Aydin Korkmaz

Ê bê dewrane...waaax;
Dewrane,dewraneee,dewraneee,dewraneee,dewraneee,dewrane,
Dewrane,dewraneee,dewrane,dewraneee,
Dewrane,dewraneee,dewrane,dewraneee,
Dewrane,dewrane,
Dewrane,dewraneee bê sebrê dêraneee waê.

Gidî min dî bejna zirav dimeşîya li gera li binya mala li nav bêdera
Li xwe kirirbû şal û qutnîyê Helebî
Bi ser bejna tenik û ziravda berdabû şirikê van kemberan
Digo kûro hêtîmo bihîstina min bihîstîye;tu ê mala xwe barbikî ji vî welatî ji van deran,
Tu ê were ramûsanekî ji dev û lêvên şekirî,ji sûretê Ehmedî,terzê di hakimî ji min keremke
Gava diçî welatê xerîb.
Bira dilê te nebe meskenê kul û derd û van keseran,
Hela bi destê min bigire min birevîne,li vî welatî bavê ber bextê began van begleran,
Eger bûye,ji xu bûye;gava ku nebûye,
Min bavên çîya ên Bîngol a sewitî,nava êla eşiran van koçeran.

Wele dayê dewraneee,dewrane,dewraneee,
Dewrane,dewraneee,dewrane,dewraneee,
Dewrane,dewrane,
Dewrane,dewraneee bê sebrê dêraneee waê.

Gelî gundî cînarna subeye min dî bejna zirav sekinîye li derê malê lo ji xwera xu dabû nîva derî
Ax limin rebenê minê bala xu berdayê lo ji lingan heyan serî.
Min jê dipirsî go Dîlberê tu ezebî an bimêrî?
Digo kuro delalyo ez bi tekim tu Rebbî dihebînî,
Tu ê li kumêtê kavreş swarbî berderê mera derbazbî herî werî,
Berxo bihîstina min bihistîye ku tu li ser şêx û mellen pir digerì.
Ew qederaku Xwedê neke,bi kaxezê sêx û mellan nare serî.

Wele dayê dewraneee,dewrane,dewraneee,
Dewrane,dewraneee,dewrane,dewraneee,
Dewrane,dewrane,
Dewrane,dewraneee bê sebrê dêraneee waê.



DUNYAYÊ

Herêm : Serhed / Gotin û Mûzîk : Gelêrî
Çavkanî :
 Şakiro
Behevkar : Aydin Korkmaz

Ax dunyaê...hey waê...dunyaê,dunyaê waê,waê,waê.........hey waê..
Lê dayê,lêdaê..heywayê…lêdaê,lêdaê,lêdaê,lêdaê...nemînin li dunyê.....waê

Ezê bi dîyarê Dutax a(Tutax)şewitî diketim vê subengê berî li bêye...(baye)
Hucûm hucûm a bavê Xalis,kekê Mexsê ye.
Şade şûdê bavê Xalis gelekin li dewrana rû dunêye,
Bi zor a şûr ajotîye ser topêye.
Topa Ûriz standiye ji destê alayîyê hey waê,waê,waê....hey waê...
Lê dayê,lêdaê..heywayê…lêdaê,lêdaê,lêdaê,lêdaê...nemînin li dunyê.....waê

Were waê,waê,awê,waê...hey waê..
Lê dayê,lêdaê..heywayê…lêdaê,lêdaê,lêdaê,lêdaê...nemînin li dunyê.....waê


Ezê bi dîyarê Dutax a şewitî diketim vê subengê ji dilê min û tera bi dar û bîye…
Esker ê bavê Xalis kekê Mexsê dikişyan mînanî siye..
Şade şûdê bavê Xalis kekê Mexsê li dunyaê pir gelekin.
Bi zora şûr ajotîye ser top a Uriz ji destê alayê standîye.
Jib o Xwedê şadebin,eger bemire şehide,bimîne gazîye hey waê,waê,waê….hey waê…
Lê dayê,lêdaê..heywayê…lêdaê,lêdaê,lêdaê,lêdaê...nemînin li dunyê.....waê

Were waê,waê,awê,waê...hey waê..
Lê dayê,lêdaê..heywayê…lêdaê,lêdaê,lêdaê,lêdaê...nemînin li dunyê.....waê



MAL CÎNAR

Herêm : Serhed / Gotin û Mûzîk : Gelêrî
Çavkanî :
 Şakiro
Behevkar : Aydin Korkmaz

Were mal cînar,mal cînar,mal cînar,mal cînar...lê Helîm ca..anê
Palê lê pûlê sere min bi heyran,terû canîya emrê…lê min bi qurbanê.
Helîm cane vê subengê xwezila mala me cînarê hehû lê…lê mala weba,
Berxê orta dîwarê we û meda cam û camêkan lê…Sûse û lê…lê pencereba,
Xwezil di xêrê xwediyê di Xwedêra ulm ê munecim hehû lê…lê li ba min heba,
Minê bixwenda bira cam û camekan lê...lê li ber min veba.
Heya mîla ber
şebek ê(seveq) destê min binê serî,devê min li xal û xetê gerdena zer lê memkê teba,
Berxê xwezila di dêrisê gunda da mirin heba,dilê rezîl kalbûn q
e tuneba...


Were mal cînar,mal cînar,mal cînar,mal cînar...lê Helîm ca..anê
Palê lê pûlê sere min bi heyran,terû canîya emrê…lê min bi qurbanê.
Helîm cane vê subengê xwezila mala me cînarê hehû lê…lê mala weba,
Berxê orta dîwarê we û meda cam û camêkan lê…Şûşe û lê…lê pencereba,
Xwezil di xêrê xwediyê di Xwedêra ulm ê munecim hehû lê…lê li ba min heba,
Minê bixwenda bira cam û camekan lê...lê li ber min veba.
Heya mîla ber şebek ê(şeveq) destê min binê serî,devê min li xal û xetê gerdena zer lê memkê teba,
Berxê xwezila di dêrisê gunda da mirin heba,dilê rezîl kalbûn qw tuneba...

Helîm canê subebu pezê mala bavê Helîm a lê,lê min hindike,
Ezê seba xatirê te bibim şivan tu bîne gera binya malan lê,lê tevî minke,
Gidî pêşa delme bilindke wey Xwedêyo lê,lê min di binke,
Der û cînar,malîyan ji te pirsîn gotin ew çîye,bêje mîya me zaye ew berxike.
Eger bawer kirin,ji xwqe bawer kirin eger bawer nekirin,min derxe lê eşkerebike.
Bavê te bê dîne,bê îmane bira here şikhat û gilîyê min bike,
Lingê min li qeydêxe,destê min li kelepçêxe,hustû yê min lelêxe,
Sedûyek darî li binê lingê minxe,sedûyek zêr fendeqî ceza ji min bistîne,
Sedûyek sal îdam a min bidin,
Berê min bidin Sinop û Zongildaxê,adê behran,nava qandar û qatilê mehpusxana lê Siwêrekê...
Heval û hogirê min ji min pirsîne ceza û cirm a te çîye,
Ezê bêjim mala we xirabo minê ramûsanek ji xal û xetê gerdena Helîm cana xwe kerem kirîye,
Zalimê bavê wî bê dîne û bê îmane,şîkhat û gilîyê min kirîye,
Lingê min bi qeyde,destê min bi kelepçeye,hustrûyê min bi leleye,sedyek dar li bin lingê min xistin,
Sedyek zêr fendeqî ceza ji min standîye,sedyek sal ceza îdam a min birîn,
Ji bona ramûsan a Helîm cana min cirma mijn tune,cezakê lê min hindike...

Ax mal cînar lê,lê Helîm canê...
Weyla piçûkê,palê lê pûlê,serê min bi heyran,ter û canî,gencîya lê min bi qurbanê...


NÊÇÎRVANO

Gotin û Mûzîk: Reso
Çavkanî
:
 Şakiro
Berhevkar : Aydin Korkmaz

Nêçîrvano...lo,lo...lawiko min j itera nego li vî berî...ha li vî berî.
Egîto...tu ji Xwedê newêrî çawa ji Xwedê natirsî tu vê subengê swarî bozî çaçanî kavreşî çavreş;
Beşlî kî Romê davêjî milê çepê,cote tajî yê kevnê reşxezalî davêjî merezê,
Berê xwe didî bêlanê bilind nêçîr a van xezal a dajo li vî hemberî;
Lo,lo,lo,lo....lo,lo,lo....Egît o
Tu nizanî di dêrisê gundê meda bîstûçar eşîrin Xaliq o bi Reb yo ez xezalim xezal a Egît im
Gerdena min zere,çepilên min dirêjin,porê min keje,nava min bi qendîle,zenda min bi bazine,
Tilîya min bi gustîle,lêva min tenie,pozê min bi qerenfîle,
Sîûsê gulî li ser bejna mina tenik û zirav bûne çîte.
Tu dêyna xwe bidê zerîyê gundê meda gelo seb xatirê çav û birîyên minê reş û belek
Ketine dawê....bîstûcar serî......waya xaê.
Ê de lo,lo....lo sekvano....piçûko,xişîmo,nezano...lo mijdevano...

Lê,lê,lê......lê,lê,lê xezalê....Tu nizanî gelo ne ez Şemo me...ne ez Şemo me.
Ez Şemo me,xudanê hevsed mî yê serê çîyê,donde kihêl ê serê tewlême.
Ji malê swarbûm li bozî,çaçanî,kavreşî çavreş,bêşlî kî Rom ê davêjim milê çepê,
Cote tajî yê xezalî davêjim merezê,berê xwe didime bêlanê bilind,nêçir a van xezal an
Tu dêyna xwe bidê di dêrisê gunda da nebûm aşiq ê qîz û bûk ên di xelk ê me,
Xên ji muhuba dilê xwe bûm aşiq ê Rihm a di Xwedê me.
Ê de le,lê...lê xezalê...wayê...Bejn ziravê,çepil dirêjê,por kejê,nav qendîlê,rû bi xalê.
Derva sare qasekê kêlêka min rûnê li birc ê kelê...li yalî malê.

Nêçîrvano..lo,lo..Egîto min ji tera nego..buhare malên me danîne li zozanê jorîn gelo li ber beleka...
Tu rabe...sekvano...buhare malên me danîne li zozanê jorîn gelo li ber beleka;
Ezê tu nifirê li te nakim,tu ter û canî,gencî li ber mala xwebe ;
Hey mal mîrat vê subê hêvî û gumana min heye ji Xaliq ê alem ê,
Reb ê jorîn,ji mîr ê mîran ji şêx ê melekan,
Belkî berfekê bibare salêkê,şeş mehan bimîne li erdê,
Tu qir bikî hevsid mî yê xweyê serê di çîyê,donzde kihêlê serê di tewlê,
Gidî gelo bi derê buhar ê ra bibî bi hasilê dewê...du çêlek an.
Ê de lo,lo....lo sekvano....piçûko,xişîmo,nezano...lo mijdevano...

Lo,lo,lo.....lo,lo,lo,sekvano...
Ez navê te nizanim bi navê şêrîn dibêjim şal heşîno,şal gewezo,
Hey mal mîrat vê subengê heger tu neçirvan î neçîrvan ê van xezal an...
Qasekê bizivire li milê xwe yê çepê,li gerden a min a zer mêzeke,
Tu dêyna xu bidê vê subengê mal xirabo ez ê xezalim xezal a Egît im,
Gerdena min zere,çepilên min dirêjin,porê min keje,nava min bi qendîle,zenda min bi bazine,
Tilîya min bi gustîle,lêva min tenie,pozê min bi qerenfîle,
Sîûsê gulî li ser bejna mina tenik û zirav bûne çîte
Tu dêyna xwe bidê di dêrisê gunda da Xaliq o bi Reb yo vê subengê eger tu nêçîrvan î;
Nêçîrvan ê van xezal an bêbextîya meke qasekê bzivire li ser mil ê xwe ye çep ê,
Li ter û can û genc ê xelk ê mêzeke,
Tu dêyna xwe bidê di dêrisê gunda da karekê karxezala heywax liminê...kujê wezo...
Ê de lo,lo....lo sekvano....piçûko,xişîmo,nezano...lo mijdevano...


 

ŞER Ê KOP Ê

Herêm : Serhed / Gotin û Mûzîk : Gelêrî
Çavkanî :
 Şakiro
Berhevkar : Aydin Korkmaz

Lo axa o şer ê Kop ê kê kir...welle te kir
Lo maqulo dawa Kop ê kê kir...bille te kir
Kesî ji bavê Qeremen swarê têcir... bawer nekir

Ez evdalim evdal...evdalim swaro, Ez evdalim evdal...evdalim swaro,
Birîndarê swarê mala bavê lo xwe bi tenême.

Kesî ji bavê Qeremen swarê têcir... bawer nekir
Şade şûdê bavê Qereman swarê têcir li dunyaê pir gelekin,
Bavê Qereman ji male swarbû li Kop a şewitî,li derê derê cezaevî yê peya dibû,
Ê gidîno derî şkênand...girtî derkir

Ez evdalim evdal...evdalim swaro, Ez evdalim evdal...evdalim swaro,
Birîndarê swarê mala bavê lo xwe bi tenême.

Bê axao cûme Kop a şewitî…di berda wave(ave)
Lo maqulo çûme şewitya Kop ê di berda wave
Min dî bavê Qereman swarê têcir fena caran swarbû...xwe da nave

Ez evdalim evdal...evdalim swaro, Ez evdalim evdal...evdalim swaro,
Birîndarê swarê mala bavê lo xwe bi tenême

Gidî bavê Qereman swarî têcir fena caran swarbû...xwe da nave
Dema li bavê Qereman swarî têcir dibû pêsîrtengîya mêran,
Bira li hewara bavê Qereman binata mêrê mêrxas,
Ez nemînim gelo peya tê...nav zirave

Ez evdalim evdal...evdalim swaro, Ez evdalim evdal...evdalim swaro,
Birîndarê swarê mala bavê lo xwe bi tenême





GUL A BER QEFAÊ

 

Herêm : Serhed / Goti û Mûzîk : Gelêrî
Çavkanî :
 Şakiro
Berhevkar : Aydin Korkmaz

Ê Gulê,rebenê,ezê gulim,gula ber qefaê heyî waê…Ê haê,haê,haê…eman hey waê..hey waê.
Bê gidîyê ezê gulim,gula ber qefaê…
Xwedê bi dê û bavê minre qebûl neke qe hilmede,
Lawikê cindî,mal di gund da,heft salîda min dil têde wez xwestim min nedanê…
Ez girtim dan miskînî,nerindî,heramî mêran.
Xelkê gulê çinîne,gula min evdal a Xwedê mal i qeya ê asê;
Li hêlanê bilind cilmisîye sê par ji surrê,ji sermayê,
Bê zalimê te ez dîn û har kirim berdame rû dunyaê hey waê..Ê haê,haê,haê…eman hey waê..hey waê

Sebrê heya dunya xweş û avabe ji tera dibêjim hey waê,
Berxê te ez dîn û har kirim berdame rû dunyaê,
Aqibeta min û te bû aqibeta Mem û Zîn ê,Hesen û Belqîsa ê
Gidîyê bê Ûsib û…Zilêxa ê
Berxê min ji tera nego emrê ku çû,nazivire şûnve naê.
Rebbîyo min ji tera nego ne ez guneme...
Xudao ne ez guneme,şefaet ji Resûl ê Ekrem be Rihmet ji tebe.
Bê Rebbîyo tu nizanî di kafilê gundada ez qûl û evd ê teme.

Ê Gulê,rebenê,ezê gulum,gula di zinarda heyî waê...Ê haê,haê,haê…eman hey waê..hey waê.
Sebrê,ezê gulim,gula di zinarda...
Xelkê gulê çinîne,gula min evdal a Xwedê mal i qeya ê asê;
Li hêlanê bilind çilmisîye bi ser minda şax û mêl û xwarda...
Min sond xwarî di dêrisê gunda da terka bejna zirav nadim,
Heyanî bi destê min negirin nedin ber tewan û şinêda,
Min kefen nekin,min da neynin qebra reş û tarî,qebra germ û sarda...
Li ser serê min nebe terqînê tevran û bêran,
Zalimê te ez xapandim ji par û pêrarda heyî waê… Ê haê,haê,haê…eman hey waê..hey waê.

Sebrê heya dunya xweş û avabe ji tera dibêjim hey waê,
Berxê te ez dîn û har kirim berdame rû dunyaê,
Aqibeta min û te bû aqibeta Mem û Zîn ê,Hesen û Belqîsa ê
Gidîyê bê Ûsib û…Zilêxa ê
Berxê min ji tera nego emrê ku çû,nazivire şûnve naê.
Rebbîyo min ji tera nego ne ez guneme...
Xudao ne ez guneme,şefaet ji Resûl ê Ekrem be Rihmet ji tebe.
Bê Rebbîyo tu nizanî di kafilê gundada ez qûl û evd ê teme.