|
Yar yara min
piçûke
Yar yarê yara min
Rûniştî li ber kuçike
Bav korê neda min
Dîgotin
Agirê xwe dû dike
Yar yarê yara min
Şîva malê çê dike
Bav korê neda min
Dîgotin
Gotin û Mûzîk : Gelêrî
Herêm : Serhed
Berhevkar : Aydin Korkmaz
|
KELEYE
Dîsgotin
Keleye xweş keleye Ha nîna ha nîna
Kele bi pencereye Zerî heyrana teme
Kele li cîkî raste Ha nîna ha nîn
Av di golanda bû maste Ha nîna ha nîna
Min gustîlek da yarê Ha nîna ha nîna
Dor zîve qaş almaste Ha nîna ha nîna
Dîsgotin
Rêka li binya keleye Ha nîna ha nîna
Peyakî jêlî têye Ha nîna ha nîna
Qatek çekê reş lêye Ha nîna ha nîna
Ew qasidê Gewrêye Ha nîna ha nîna
Dîsgotin
Gotin û Mûzîk : Gelêrî
Herêm : Serhed(Tekman)
Berhevkar : Aydin Korkmaz
|